Rojnameyên erebî: Pêdiviya Sûriyeyê bi îslahên aborî û diravê heye

Rojnameyên erebî diyar kirin ku "Pêdiviya Sûriyeyê bi îslahên diravî û aborî heye, ev jî miqdarên mezin ên pereyên hewce dike, lê aliyek bi tenê nikare barê wê rake. Di heman demê de pêdiviya wê bi avakirina saziyên aborî ji bo hemûyan heye." Rojnameyên erebî der barê siyasetên Trump ên girêdayî Xezayê jî de destnîşan kir ku pêdivî helwesteke erebî ya yegirtî ne

Rojnameyên erebî: Pêdiviya Sûriyeyê bi îslahên aborî û diravê heye
18 sibat, 2025   09:59
NAVNDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê li ser pêdiviya Sûriyeyê bi jinûve avakirinê û helwesta erebî ya li hemberî siyasetên serokê DYA’yê Donald Trump nivîsîn.

’BIRYARÊN EL ELA JI SOZÊN JINÛVE AVAKIRINA SÛRIYEYÊ MEZINTIR’

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser encamnameya "Kongreya El Ela ya Aboriyên Bazarên Nû Tên Avakirin" ku duh li parêzgeha El Ela ya Erebistana Siûdî hatibû lidarxistin. Hate gotin "Pêdiviya Sûriyeyê ne tenê bi jinûve avakirina binesaziyê heye, lê di heman demê de pêdiviya wê  bi çaksaziyên darayî, aborî û sazî jî heye. Ji bo pêkanînê jî pêdivî bi miqdarên mezin ê diraviyê heye ku aliyek bi tenê nikare rake. Dîsa jî pêdiviya wê bi lêkolîn, pisporî û cibicîkirina tedbîrên siyasî û aborî heye ku dibe di destpêkê de bi êş bin. Pêdiviya wê bi saziyên ku aboriyeke heye ku her kesî bigire nava xwe û dûrî berjewendiyên çîneke sînordar a siyasetmedaran an jî sûdmendan be. Serketina pêkanînê jî girêdayî gelek faktoran; yekemîn divê çavkaniyên mezin ên erebî  û navneteweyî hebin û divê cezayên navneteweyî li ser Sûriyeyê bên rakirin. "

BERSIVA BENDEWAR A EREBÎ

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser kongreya erebî ya der barê Xezayê de ku dê 27’ê Sibatê were lidarxistin.  Li gorî rojnameyê "Eger kongre di dema xwe de were lidarxistin an were taloqkirin jî, lê ya jê girîngtir ew e ku civaka erebî bersiva plan an pêşniyarên serokê DYA’yê Donald Trump a koçberkirina niştecihên Xezayê bide."

Rojnameyê diyar kir ku li şûna bêdengiya li hemberî xetereya mezin a li ser herêmê, divê aliyên erebî bi piranî li hember hewldanên Trump rabin.

(bb)