Hevdîtina şandeya Îmraliyê û Bafil Talebanî destpê kir

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re, destpê kir.

Hevdîtina şandeya Îmraliyê û Bafil Talebanî destpê kir
18 sibat, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne.

Di çarçoveya serdanan de, Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne di 15’ê Sibatê de serdana Herêma Kurdistanê kir.

Şandeya Îmraliyê di 16’ê Sibatê de saet 10:00’an de li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya, civîna bi Barzanî re saetek û 45 kêliyan dewam kir.

Duh jî şande bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya û piştî daxuyaniya çapemeniyê berê xwe da bûn Silêmaniyê.

Di heman çarçoveya bernameya şandeyê ya serdanan de, şande di van kêliyan de li Debaşan ya Silêmaniyê bi serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re hatiye gel hev û civîn destpê kiriye.

Tê payîn şande îro bi Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re jî bicive.

Di şandeya Îmraliyê de kî cih digire?

Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureya Onder akik, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.