Rojnameyên erebî: Modela Efganistanê li Sûriyeyê nayê qebûlkirin

Rojnameyên erebî diyar kir ku metirsî hene ku Sûriye bibe kopiyeke Efganistanê û destnîşan kir ku modela rêveberiyê ya ku Ebû Mihemed El Colanî xeyal dike, ji aliyê gelê Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin.

Rojnameyên erebî: Modela Efganistanê li Sûriyeyê nayê qebûlkirin
24 ÇILE, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de metirsiyên ku modela Efganistanê li Sûriyeyê were pêkanîn û rageşiya Îsraîlê ya li Şerîda Rojava ya Filistînê nirxandin.

SÛRIYE Û MODELA EFGANISTANÊ

Rojnameya El Ereb bal kişand ser siberoja Sûriyeyê û metirsiyên ku Sûriye bibe Efganistan.

Hate gotin: “Tevî ku rêveberê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed El Şerî (Colanî) gotibû dê Sûriye nebe Efganistan û rewşa her du welatan pir ji hev cuda ne, lê metirsî hene ku modela Efganistanê li Sûriyeyê were pêkanîn.”

Rojnameyê destnîşan kir ku heya niha hewldan û peyamên El Colanî bi kêmanî dilê pir kesan ji nêzîkatiyên rêveberên Sûriyeya nû rihet nekir. Hate diyarkirin ku pir kes bi fikar in ku welat ji dîktatoriya Baasê veguhere dîktatoriyeke olî ya populîst.

Rojnameyê îşaret pê kir ku modela rêveberiyê ya Ebû Mihemed El Colanî û hevalên wî xeyal dikin pêk bînin, dê ji aliyê sûriyeyiyan ve neyê qebûlkirin û wiha hat domandin: "Ya ku niha em dibînin qonaxeke demkî ye ku dê bi lez û bez ji holê rabe, nemaze ku rûyên ji "hikumeta Idlibê" tên da ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê bikin. Ji bilî Meysa Sabirîn a ji bo rêveberiya Banka Navendî ya Sûriyeyê hate tayînkirin, heya niha rêveberên derveyî vê komê cihê xwe di rêveberiya nû de negirtiye. Sedema tayînkirina Maysa Sabrîn ji bo wê peywirê jî ew e ku tu kadroyên wan tune ne ku bikarin vê bi vê peywirê rabin. Sedema din jî ew e ku bi tayînkirina Meysa Sabrîn cihek peyda kirin ku îdiaya rêzgirtina jinan bikin."

XEZA-CENÎN: DERENCEYA QIRKIRINÊ YA ÎSRAÎLÊ!

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî mijara rageşiya Îsraîlê ya li Cenînê ya Filistînê ev wiha nivîsand: "Ev rageşî di çarçoveya lîstokên siyaseta navxweyî ya hikumeta Netenyahu û têkiliyên wî yên li gel Amerîka û hêzên rojavayî de tê kirin. Dibe ku stratejiya Netenyahu û hevkarên wî siyaseta xwe li ser ava kiriye, ne ew e be ku Şerîda Rojava û Xezayê îlhaq bikin û projeya siyasî ya Filistînê betal bikin. Operasyonên leşkerî yên Îsraîlê û pankartên wê yên têkildarî mafên parastina rewa ku li Xezayê hildide, her wiha îdiayên wê yên têkbirina terorê û qedandina alîgirên Îranê, tenê ji bo rewakirina operasyonên li Şerîda Rojava ne. Lê çarçoveya pêkanîna vê stratejiyê jenosîd û qirkirina etnîk e.”

(bb)