Çeteyan bi ser maleke Efrînê de girt

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mîdan Ekbesê yê bajarê Efrînê avêtin ser malekê û û bû sedem ku jineke di meha 5ˋan de ducanî ye, zarokê xwe ji ber bike.

Çeteyan bi ser maleke Efrînê de girt
23 ÇILE, 2025   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me dîmenek bi dest xist ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker mala welatiyekî ji Mîdan Ekbesê yê bajarê Efrînê ye, talan dike.

Di dîmenê xwediyê malê bi xwe kişandiye de, tê gotin çeteyên dewleta Tirk a dagirker bêyî tu sedeman avêtin ser mala wî û li pereyan gerîn.

Xwediyê malê diyar dike ku çeteyan li wî daye û ji ber tiştê rû daye hevjîna wî ya ku di meha 5ˋan de ducanî bû, zarok ji ber çû.

(fr)

ANHA