Rojnameyên erebî: Metirsiyên ku şerê Îsraîl û Hizbullahê Sûriyeyê jî bigire xwe hene

Li gorî rojnameyên erebî, îhtîmalên ku şerê Îsraîl û Hizbullahê Sûriyeyê jî bidin ber xwe hene û hate gotin, sûriyeyî ji van îhtîmalan re amade ne. Rojnameyan der barê Iraqê de jî destnîşan kir ku Çarçoveya Hemahengiyê ji bo serokatiya parlamentoyê qezenc bike di nava hewldanan de ye.

Rojnameyên erebî: Metirsiyên ku şerê Îsraîl û Hizbullahê Sûriyeyê jî bigire xwe hene
25 cotmeh, 2024   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de metirsiyên ku şerê Îsraîl û Hizbullahê Sûriyeyê jî bide ber xwe û mijara serokatiya parlamentoya Iraqê nirxandin.

‘ŞAM LI BENDÊ YE DEM DERBAS BIBE DA KU XWE JI ŞER BIDE ALÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî şerê Îsraîl û Hizbullahê diyar kir ku bi zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li ser jêderên finanseyê û endamên Hizbullahê re, hişyarên îhtîmalên ku şer Sûriyeyê jî bide ber xwe, zêde dibin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku bersiva Şamê ya li hember zextên navnteweyî û şîretên derve yên ji bo Sûriyeyê ku ji şer bê dûrxistin jî lawaz in.

Di dewama nûçeyê de hat bibîrxistin ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku "Sûriye ketiye ber bahozeke leşkerî, mirovî û aborî."

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nêzî hikumeta Şamê, da zanîn ku wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî roja Yekşema borî şîretên Ereban ên li ser hewcedariya dûrxistina şer, ji Şamê re gihandine.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Urdunê ji Şamê xwest ku sînorê xwe yê bi wê re kontrol bike. Çavkaniyan da zanîn Şamê di vê mijarê de bersiveke erênî da. Lê têkildarî şîretên Ereban ên rawestandina çalakiyên pasdarên Îranê û Hizbullahê yên li Sûriyeyê bersiveke lawaz da. "

Li gorî rojnameyê, Şam li bendê ye ku garantiyên "Îsraîl hevsengiya şerê li dijî Sûriyeyê neguhere û li benda pêşniyarên Ereban ên rawestandina êrişên Îsraîlê nemîne" û Eji wropa û DYAˈê bi dest bixe.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin: "Çavkanî dibêjin dê Sûriyê vê helwesta xwe biparêzê, lê eger hat û li gorî mercên Îsraîlê tev geriya, dê berdêla wê jî bixwaze, dê bixwaze ku cezayên borî yên navneteweyî bêne rakirin û biryara navneteweyî ya der barê Sûriyeyê de bê pêkanîn, lewma ew niha demê derbas dike da ku mercên xwe pêk bîne. Lê Sûriyê vebijêrka berfirehbûna şer jî dûr nexistiye û xwe jê re amade dike."

‘ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DIKEVE ŞERÊ SEROKATIYA PARLAMENTOYA IRAQÊˈ

Rojnameya El Ereb têkildarî Iraqê diyar kir ku Çarçoveya Hemahengiyê ya serwer a li Iraqê giraniya xwe ya siyasî daye şerê qezenckirina erka serokatiya parlamentoyê.

Rojnameyê bi bîr xist ku Çarçoveya Hemahengiyê ji ber nakokiyên di navbera hêzên sunnî de yên li ser seroktiya serokê berê Mihemed El Helbûsî, nikaribû di dirêjahiya salekê de serokatiya parlamentoyê bi dest bixe. Her wiha hate bibîrxistin ku Helbûsî bi tawanên sextekirina belgeyên fermî bi biryara dadgehê ji kar hatibû dûrxistin.

Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku Çarçoveya Hemahengiyê şerê qezenckirina serokatiya parlamentoyê dike û wiha hat gotin: “Çarçove piştgiriyê dide namzedkirina siyasetmedarê sunnî Mehmûd El Meşhedanî ji bo serokatiya parlamentoyê. El Meşhedanî yê 67 salî bi nêzîkbûna xwe ji kesayet û aliyên şîe re tê naskirin. Yanî serokatiya wî ya ji bo parlamentoyê dê ji bo wan partiyan bê pirsgirêk û astengî be.”

(bb)