Rojnameyên erebî li ser peymana QSD`ê û hikumeta demkî û arîşeya DYA û Îranê nivîsî

Rojnameyên erebî nivîsî ku peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de, di encama hevsengiyên li ser erdê û zexta DYA’yê de pêk hat. Her wiha nivîsîn ku arîşeya di navbera DYA û Îranê de, Îran xistiye ber vebijêrkên peymaneke berfireh an jî şerekî leşkerî.

Rojnameyên erebî li ser peymana QSD`ê û hikumeta demkî û arîşeya DYA û Îranê nivîsî
4 sibat, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, li ser peymana di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de û bilindbûna aloziya di navbera Washington û Tehranê de nivîsîn.

‘ÇARESERIYEKE DADPERWER JI BO KURDAN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd, di gotareke bi sernavê "Çareseriyeke dadperwer ji bo Kurdan" de diyar kir ku forma dawîn a peymana 30`ê Kanûnê ya di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de hewl da ku "ber bi çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên leşkerî û sivîl ve biçe."

Rojnameyê nivîsî ku astengiya sereke ew e ku "meyla desthilatdariya nû ber bi navendîbûna hişk û desthilatên berfireh ji bo serokê demkî" de ye. Rojnameyê diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd "çareseriyeke aram û dadperwer" hewce dike, ji bo rê li ber pevçûneke Ereb-Kurdan were girtin. Her wiha rojnameyê banga "bicihanîna cidî ya mafên ziman û çandî û vekirina rêyeke dan û standinê ya berfirehtir kir ku hemû aliyên Kurd di nava xwe de bigire."

ARÎŞEYA DI NAVBERA DYA Û ÎRANÊ DE

Rojnameya Independent Arabia diyar kir ku arîşeya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de her du alî anîne ber vebijêrkên tevlihev; an "şerekî mezin" an jî "peymaneke mezin". Rojnameyê rave kir ku serok Donald Trump hewl dide destkeftiyên stratejîk ên berfireh bi dest bixe, lê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî vê arîşeyê wek mijareke hebûnî dibîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku her şerekî mezin tê wateya "hilweşîna rejîmê", lê eger peymaneke berfireh were kirin, li ser esasê rawestandina bernameya nukleerî, kêmkirina mûşekan û dûrketina ji wekîlên herêmî, dê bibe sedema "guherîna xwezaya rejîmê ". Rojnameyê da zanîn ku hevkêşeya ku niha tê pêşniyarkirin "dawiya şoreşê û destpêka dewletê" ye, lê ev vebijêrk ji hêla aliyê îdeolojîk ve li Tehranê nayê qebûlkirin.

‘ÎRAN Û ÎHTÎMALA ŞER’

Kovara El Mecella diyar kir ku Tehran hewl dide demê bi dest bixe û bal kişand ser wan daxuyaniyên ku îhtîmala pêşketina dan û standinan.

Kovarê diyar kir ku herêm li ser xaçerêyeke krîtîk e, yan dê şerekî mezin rû bide yan jî dê çareseriyeke siyasî ya berfireh pêk were.

(k)