Dozgeriya Giştî ya Lîbyayê: Seyfûlîslam Qedafî hatiye gulebarankirin

Dozgeriya Giştî yê Lîbyayê da zanîn ku kurê serokê berê yê Lîbyayê Mûammer Qedafî, Seyfûlslam Qedafî hatiye gulebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Dozgeriya Giştî ya Lîbyayê: Seyfûlîslam Qedafî hatiye gulebarankirin
4 sibat, 2026   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Seyfûlîslam Qedafî duh li bajarê Zintan ê li rojavayê Lîbyayê hat kuştin. Dozgeriya Giştî ya Lîbyayê kuştina wî piştrast kir û diyar kir ku der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Dozgeriyê destnîşan kir Qedafî hatiye gulebarankirin û ragihand ku di lêkolîna tiba edlî de diyar bûye ku ew ji ber birînan miriye.

Dozgeriyê da zanîn ku wan dest bi lêpirsînê kiriye da ku kujeran nas bikin.

Parêzerê Seyfûlîslam Qedafî yê Fransî Marsil Sikaldi ji AFP’ê re axivî û got 4 endamên hêzên Komandos Seyîfulîslam kuştiye û hîna nasnameya wan ne diyar e. Her wiha anî ziman ku berî 10 rojan ew şiyar kirine û gotine pirsgirêkên ewlehiyê yên Qedafî hene.

Têkildarî kuştina Qedafî, Koma 444’an a girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikimeta Yekitiya Nîştimanî ya Terablusê destnîşan kir ku têkiliya wan bi kuştina wî re nîn e.

Çavkaniyên nêzî malbata Qedafî jî piştrast kir ku 4 çekdaran li parka mala Qedafî ya êrişî wî kiriye û piştî ku ew birîndar kiriye, reviyane.