Ji bo welatê xwe canê xwe feda kir

Şehîd Ehmed Xidir temenê xwe yê ciwantiyê di xwedîkirina malbata xwe de borand, dema ku mezin bû erka parastina welatê xwe bi cih anî.

Ji bo welatê xwe canê xwe feda kir
Ji bo welatê xwe canê xwe feda kir
Ji bo welatê xwe canê xwe feda kir
Ji bo welatê xwe canê xwe feda kir
1 mijdar, 2023   11:32
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

8′ê Cotmehê, dewleta Tirk a dagirker Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Hemze Beg ê girêdayî herêma Koçerat a Dêrikê bombebaran kir. Di encamê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê şehîd bûn. Ji wan şehîdan Ehmed Qemer Xidir ê bavê 3 zarokan e.

Ehmed Qemer Xidir (34) ji gundê Sebîha yê navçeya Girkê Legê ye. Ehmed Xidir ji malbateke Ereb e ku ji 2 bira û 5 xwişkan pêk tê.

Ehmed Xidir xwendina sereteyî li dibistana gundê Sebîha qedand, lê ji ber rewşa debarê ya dijwar neçar ma dev ji xwendinê berde û malbata xwe xwedî bike. Ehmed di sala 2009′an ji bo leşkeriya mecbûrî tev li refên artêşa rejîma Şamê bû. Diviya bû 21 mehan tenê leşkertiyê bike, lê ji ber aloziya Sûriyeyê û ji ber qanûna xizmeta mecbûrî, hikumeta Şamê 7 salan wî li gel xwe hişt. Ehmed Xidir sala 2015′an piştî ku ximzeta mecbûrî qedand, vegeriya gund û dest bi kar kir. Di sala 2020′î de di nava YPG′ê de karê avakirina tonel û bendên leşkerî kir. Di Hezîrana 2012′an de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li navçeya Til Koçerê bû.

Ehmed Xidir di rêwîtiya xwe ya di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi dilnizimî, fedaîteî û israra di kar de dihat nasîn. Ehmed ji erkên jê dihatin xwest tu carî xwe nedida alî û piraniya xizmeta xwe ya li ser bendên kontrolê yên li navçeya Til Koçerê bi rêk û pêk dianî.

Xwişka şehîd Ehmed Xidir, Seher diyar kir ku Ehmed ji zarokatiya xwe ve dilsoz û jîr bû  û got: ′′Ehmed ji zarokatiya xwe ve berpirsyariya malbatê hilgirt û ji bo malbatê dev ji xewna xwe ya temankirina xwendinê berda. Temenê xwe yê ciwantiyê di xwedîkirina malbatê re borand. Dema mezin bû jî berpirsyariya parastina welatê xwe hilgirt."

Li gorî Seher, Ehmed dixwest zanîngehê bixwîne, lê mercên jiyanî yê dijwar li pêşiya pêkanîna vê xeyalî bû asteng.

′ ARAM, KÊMAXAFTIN Û BALDAR BÛ′

Seher li ser hin taybetmendiyên şehîd jî got, Ehmed xwedî kesayetek xurt bû, aram bû, kêmaxaftin bû û baldar bû. Her wiha destnîşan kir ku di karê jê dihatin xwestin de xwedî rihekî berpirsyariyê bû.

Seher bal kişand ku Ehmed bêdeng bû û got: "Piştî şehadeta wî, me nû nas kir ku tev li Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê bûye. Karê xwe bi cih anî û hez nedikir em pirsa karî wê bikin."

Seher got, malbat bi şehadeta Ehmed serbilind e û wiha domand: "Ehmed ji welatê xwe hez dikir û di oxira wî de şehîd bû. Ehmed li dijî hemû kesên hewl didan ewlehî û istiqrara herêmê bû. Her wiha li hemberî komploger û xirabkeran bû.′′

Seher Xidir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişa xwe ya li ser Akademiya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê xwest tevlihevî û tirsê di navbera şêniyan û ciwanan de biafirîne, lê hewldanên wê têk çûn.

Seher got: "Em çiqasî şehîdan bidin em dev ji xaka xwe bernadin. Em ji êrişan natirsin  û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.′′

Xwişka şehîd Ehemd Qemer Xidir got, ew ê biraziyên xwe li ser xeta bavê wan a têkoşîn û berxwedanê mezin bike.

13′ê Cotmehê, cenazeyên Ehmed Qemer El Xidir û 4 hevalên wî li Goristana Şehîd Egab El Eswed a li Til Koçerê hatin veşartin.

(bb)

ANHA