Rojnameyên erebî guhertinên li Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin

Ji şerê li Xezayê bigire heya aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, bêaramiya Sûriye û Lubnanê , li Rojhilata Navîn alozî û arîşe zêdetir dibin. Ev yek pirsa gelo dê nexşeyên herêmê ji nû ve bêje xêzkirin, tîne holê.

Rojnameyên erebî guhertinên li Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin
24 adar, 2025   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên di hejmarên xwe yên vê sibê de dan û standinên nerasterast ên di navbera Rûsya û Ukraynayê de yên li Cedayê û aloziya herî dawî ya Îsraîlê li başûrê Lubnanê nirxandin.

KÎ DIKARE NEXŞEYA ROJHILATA NAVÎN BIGUHERÎNE?

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa axaftinên li ser guhertina nexşeya Rojhilata Navîn kir.

Li gorî rojnameyê, "Dîrok îsbat dike ku guhertina sînoran nayê wateya pêkanîna aramiyê. Parçebûna Filistînê aştî pêk neanî û cudabûna Sûdana Başûr jî rê li ber derketina nakokiyên navxweyî negirt. Tevî hewldanên hin hêzên weke Îsraîl û Îranê ku bandora xwe berfireh bikin jî, lê ji nû ve xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn ne pêkan e."

LUBNAN DITIRSE KU CAREKE DIN BIKEVE NAV ŞER

Rojnameya El Ereb ku li Londonê weşanê dike, behsa êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê kir. Hate gotin tevî rêkeftina agirbestê û belavbûna artêşa Lubnanê gav bi gav li ser deverên sînorî û cîbicîkirina biryara 1701’an, lê dîsa ev êriş tirsê zêde dike ku welat dîsa bikişîne nav qunaxeke şer û tundiyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku " Ji 27’ê Mijdarê vir ve, arîşeya vê dawiyê ya herî xeternak e û tirsê zêde dike ku pevçûn berfirehtir bibin. "

TRÊNA LIHEVHATINÊ ÎRO DEST PÊ DIKE

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser dan û standinên nerasterast ên di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku îro li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî bi sponseriya Amerîka dest pê kir.

Rojnameyê bi bîr xist ku "şandeyê ji Rûsya û Ukrayna rasterast nacivin, lê dê DYA’yê wekî navbeynkar bi rêya "dîplomasiya gerok" tevbigere da ku nêrînên her du aliyan veguhêze û helwestên wan nêzîk hev bike, ji bo gihîştina agirbestek 30 rojî, li gorî înîsiyatîfa Serokê Amerîkayê Dewletên Yekbûyî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ew insyatîf pejirandibûn."

(k)