Li Stenbolê gelek rojnamevan hatin binçavkirin

Li Stenbolê rojnamevan Zeynep Kûray, Bulent Kiliç, Yasîn Akgul, û Alî Onûr Tosûn hatin binçavkirin.

Li Stenbolê gelek rojnamevan hatin binçavkirin
24 adar, 2025   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Stenbol yê Tirkiyeyê di encama serdegirtina polîsan ya ser bi malan de gelek rojnamevan hatin binçavkirin.

Rojnamevan Zeynep Kûray, Bulent Kiliç, nûçehihanê AFP’ê Yasîn Akgul û nûçegihanê NOW’ê Alî Onûr Tosûn hatin binçavkirin. Tê gotin rojnamevanên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.