SOHR: Di rojekê de 10 kes hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 10 kes hatin kuştin

SOHR: Di rojekê de 10 kes hatin kuştin
24 adar, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 10 kes hatine kuştin.

Li gorî SOHR; li taxa Kerem Şemşem a Humisê komeke çekdar bi ser malekê de girt, piştre kesê di mal de kuşt û cenazeyê wî avêt avahiyeke li taxa Xalidiyê. Li gundê Rîhaniyê yê rojavayê bajarê Humisê jî çekdaran bi ser dikaneke telefonên bêtêl de girt û kesek qetil kir.

Li xaçerêya Dewha El Ezamiyê jî hin diz derbasî malekê bûn û xwediyê wê bi 11 derbeyên kêrê kuşt. Li sûka pez a li Hemayê jî ji ber pevçûnên eşîrî 3 kes hatin kuştin.

Li bajarokê Şihêl ê gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê jî ji ber pevçûneke di navbera birayan de kesek hat kuştin.

Li herêma Herîbşe yê çolistana başûrê Dêrazorê ciwanek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer hat kuştin. Li bajarokê Bekserya yê  gundewarê rojavayê Idlibê jî zarokekî 14 salî ji ber teqîna bermahiyên şer hat kuştin.

Li bajarê Cerablusê çeteyên dewleta Tirk a dagirker kesek li pêşiya mala wî qetil kir.

(bb)