Rojnameyên erebî: Ewropa hewl dide têkiliyan bi hikumeta Şamê re vegerîne

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da hewldanên Ewropayê yên ji bo vegerandina têkiliyan (normalîzekirinê) bi hikumeta Şamê re û destnîşankirina Naîm Qasim ji bo sekreteriya giştî ya Hizbullahê.

Rojnameyên erebî: Ewropa hewl dide têkiliyan bi hikumeta Şamê re vegerîne
30 cotmeh, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî tevgerên nû yên hin dewletên Yekitiya Ewropayê ji bo ku mekanîzmaya dan û standina bi hikumeta Şamê re bê guhertin, nûçeyek bi sernavê "Yekitiya Ewropayê diyarkirina şandeyekê ji bo Sûriyeyê dinirxîne" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku hewldanên Îtalyayê di vî alî de berdewam in û agahî hene ku dewletên Yekitiya Ewropayê, diyarkirina nûnerek ji bo Sûriyeyê dinirxîne.

Rojnameyê da zanîn ku ev tevgerên nû yên Ewropayê di çarçoveya plansaziyeke berfireh de a li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de dest pê kirin û armanc jî, rêgirtina li pêşiya pêlên koçberiyê ye.

Rojnameyê diyar kir ku beriya wê jî, Awisturya, Ukrayna, Qibris, Çekya, Yewnanistan, Îtalya, Slovakya û Slovenyayê gelek civîn li dar xistin û nameyek ji Komîseriya Ewropayê re şandin, name di çarçoveya hemleyeke bi navê “însiyatîfa bêkaxez" de hat şandin.

Di wan civînan de her heşt dewletan banga vegerandina têkiliyan bi hikumeta Şamê re kir û diyar kirin ku ev hewldan, rêya herî guncaw a rêgirtina li pêşiya pêlên koçberiyê ye.

Li gorî rojnameyê “însiyatîfa bêkaxez" hin xalên girêdayî zêdekirina veberhênan li Sûriyeyê hene, bi armanca peydakirina şert û mercan ji welatiyan re ji bo ku koçber nebin, ji bo vê yekê jî divê di serî de cezayên Ewropayê yên li ser Sûriyeyê bêne rakirin. Her wiha li gorî însiyatîfê, divê deriyê vegera dilxwaz li pêşiya sûriyeyiyan bê vekirin, ji bo wê jî divê projeyên jinûvesererastkirina binesaziyê dest pê bikin û xizmetên bingehîn ji koçberan re bên peydakirin.

‘DESTNÎŞANKIRINA NEÎM QASIM VALAHIYA DI RÊVEBERIYA HIZBULLAHÊ DE ÎSBAT DIKE’

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku piştî zêdetirî mehekê di ser kuştina sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah re derbas bû, destnîşankirina Naîm Qasim, gaveke ji bo dagirtina valahiya rêveberiya Hizbullahê ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî gelek aliyên Lubnanê Qasim ne xwedî taybetmendiyan e ku bikare partiyan bi rê ve bibe. Jixwe sala 1992`yan piştî kuştina sekreterê berê yê Hizbullahê Ebas El Mûsawî, Qasim nekarî bibe sekreter, gelo niha dê çawa bikare Hizbullahê komî ser hev bike?

(şx/k)