‘Lihevhatineke ji bo rawestandina şerê Lubnanê niha ne pêkan e’

Çavdêrên lubnanî dibêjin Îsraîl dê şerê xwe li dijî Lubnanê bidomîne heta ku armancên wê pêk werin. Ji bo rawestandina şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de jî divê her du alî tawîzên mezin bidin.

‘Lihevhatineke ji bo rawestandina şerê Lubnanê niha ne pêkan e’
30 cotmeh, 2024   10:40
BEYRÛT
RANIYA UBÊD

Ji ber ku aloziya leşkerî ya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de berdewam e, tirsa ku bandora vî şerî li ser Lubnan û herêmê dewam bike, zêde dibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû heta ku gef lI niştecihên bakur hebe, ew ê qebûl neke ku şerê li dijî Lubnanê were rawestandin.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Tariq Ebû Zeyneb têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Şerê Lubnanê, derdê sereke yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê ye. Niha Amerîka dixwaze biryara 1701’an a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk bîne ku tê de biryara 1559’an jî cih digire.”

Ebû Zeyneb got nûnerê Amerîkayê Amos Hockstein ji serokê Meclisa Nûneran a Lubnanê Nebîh Berrî re pêşniyara cîbicîkirina biryarên 1701 û 1559’an kir, da ku rêkeftina dawîn bibe peymaneke pêkanîna vê biryarê. Ebû Zeyneb got: “Gelo Hizbullah amade ye ku tawîzan bide û hemû biryarên navneteweyî wekî ku DYA û hikumeta Îsraîlê dixwazin, pêk bîne?”

‘BERIYA HILBIJARTINÊN DYA’YÊ TU ÇARESERÎ PÊK NAYÊN’

Hilbijartinên li DYA’yê ku dê di Mijdarê de pêk bên, ji bo şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de girîng in. Ebû Zeyneb got: “Çareseriyên cidî yên rawestandina şer, girêdayî hilbijartinên Amerîkayê û rêveberiya wê ya nû ye, bi taybetî ku hikumeta Îsraîlê dixwaze demê derbas bike û şer dijawrtir bike û berdewam bike, jixwe ev yek jî ne li gorî berjewendiya Lubnanê ye.”

Li gorî Ebû Zeyneb tekane çareserî agirbesteke bilez e û hilbijartina serokekî ji bo Komara Lubnanê, bicîkirina artêşa Lubnanê li hemû herêmên welêt, bihêzkirina hebûna artêşê li başûrê Lubnanê li gel hêzên NY’yê û avakirina hikumeteke nîştimanî ya bihêz, cîbicîkirina hemû biryarên navneteweyî, her wiha ji bo pêşxistina planeke aborî û planeke jinûveavakirina piştî şer planek bê çêkirin.

Li gorî Ebû Zeyneb, welatên Kendavê baş dizanin eger biryarên navneteweyî neyên cîbicîkirin û çek di destê Hizbullahê de bin, terxankirina pereyan ji bo jinûveavakirinê dê encamê negire.

‘ÎSRAÎL HETA BIGIHÊJE ARMANCAN DÊ ŞERÊ XWE BIDOMÎNE’

Nivîskar Elî El Hac jî ji ajansa me re diyar kir ne serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û ne jî Îsraîl guh nadin hewldanên dîplomatîk ên navxweyî. Her wiha got serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu guh nade serok Miqatî yan serok Birrî û guh nade biryaran. Wî biryara 1701’an binpê kiriye û lê venagere. Ji ber vê yekê, di dema niha de, ew ê tu çareseriyek agirbestê pêşniyar neke, lê belê dê şerê xwe bi lêdana Hizbullah, endamên wê û depoyên wê bidomîne, ev jî tê wateya ku şer dê dirêj bibe.

‘HIZBULLAH DÊ ŞERÊ XWE BIDOMÎNE’

Elî El Hac her wiha got: “Şer di navbera Îsraîl û Îranê de li ser axa Lubnanê diqewime, lê di rastiyê de li ser axa mezheba şîe, bi taybetî li başûr, Bekaa û taxên başûr diqewime. Ev mezheb niha bi kuştin, wêrankirin û koçberkirinê tar û mar bûye û niha ji ber rewşên mirovî beşên din ên civaka Lubnanê wan dihewînin.”

(k)

ANHA