Rojnameyên erebî: El Colanî ji parçebûnê bi fikar e

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de têkildarî geşedanên li herêmên çeteyên dagirkeriya Tirk, rewşa li Xezayê û hewldanên Washingtonê yên avakirina hevalbendiyekê li Deryaya Sor kir.

Rojnameyên erebî: El Colanî ji parçebûnê bi fikar e
22 kanûn, 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL COLANÎ TIŞTÊN VEŞARTÎ AŞKERA KIRIN’

Rojnameya El Ereb têkildarî rojeva Sûriyeyê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de diyar kir ku qutbûn an jî parçebûna kesê bi nave Cîha Îsa El Şêx ê bi nave Ebû Ehmed Zekûr tê naskirin, di nava koma çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de mîna `erdhejekê` bû, ji ber ku li cem wî agahiyên xeternak hene ku rêveberiya çeteyan naxwaze aşkera bibin.

Li gorî rojnameyê, ji ber wan metirsiyan çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ku parêzgeha Idlibê û gelek beşên gundewarên Helebê kontrol dikin, neçar bûn ku operasyoneke leşkerî li dar bixin, ji bo ku Ebû Ehmed Zekûr bigire. Zekûr xwe spartiye êla El Begara.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin lêkolînerê kar û barên komên cîhadîst Erabî Erabî û da zanîn ku Ebû Ehmed Zekûr ‘sindoqa reş’ a Heyet Tehrîr El Şam e.

‘HEWLDANÊN NAVNETEWEYÎ JI BO PÊKANÎNA AGIRBESTÊ’

Der barê geşedanên li Xezayê de rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe de destnîşan kir ku şerê li Xezayê duh gurtir bû ku artêşa Îsraîlê ragihand taxa El Şuceiye piştî şerên dijwar kontrol kiriye.

Li gorî rojnameyê, Firqeya 36`an a artêşa Îsraîlê tedbîrên Hemasê yên li Şûceiye ji hev xistine, her wiha ragihand ku 6 leşkerên Îsraîlê di kemîneke Hemasê de hatine kuştin, di nava wan de 2 efser hene.

‘GELEK DEWLET TEV LI HEVALBENDIYA WASHINGTONÊ BÛNE’

Têkildarî geşedanên li Deryaya Sor, tora El Hura aşkera kir ku Pentagonê ragihand zêdetirî 20 dewlet tev li hevalbendiya DYA`yê ya ji bo parastina navîgasyonê li Deryaya Sor ji êrişên Hûsiyan bûne.

El Hura destnîşan kir ku wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin duşemê, avakirina hevalbendiyekê li hember êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyên Îsraîlê li Deryaya Sor, ragihand.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder jî ji rojnamevanan re axivî û got: "Zêdetirî 20 dewletan tevlêbûn îmze kiriye."

(şx)