Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk hewl dide xwe li başûrê Iraqê bi cih bike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser çavnebariyên dewleta Tirk li hember Iraqê, helwesta Amerîkayê li hember Îranê û piştevaniya wê bo Hemasê û mijara hikumê Xezayê piştî bidawîbûna Hemasê.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk hewl dide xwe li başûrê Iraqê bi cih bike
10 mijdar, 2023   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da tevger û çavnebariyên dewleta Tirk li hember Iraqê. Di nûçeya rojnameyê de îşaret bi lawaziya berxwedaniya Iraqê li hember serweriya derve bi taybet ya welatên cîran (Îran û Tirkiye) hat kirin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk jî hewl dide wekî Îraniyan serweriya xwe li Iraqê çêbike. Li gorî rojnameyê, ji tevgerên balyozê Tirkiyeyê û karsazên Tirk ên li parêzgehên başûrê Iraqê diyar dibe ku dewleta Tirk hêvî dike ku li cihên çavkaniyên sereke yên petrola Iraqê bi cih bibe.

WASHINGTON SIYASETA XWE LI HEMBER ROLA ÎRANÊ LI HERÊMÊ NAGUHERÎNE

Rojnameya Şerq El Ewsat jî di nûçeyek xwe de bal kişand ser bandora şerê Xezayê li siyasetên rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Bide û welatê wî li hember rola Îranê li herêmê. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku rêveberiya Biden niha dixwaze têkiliyên Tehranê bi şerê Îsraîl-Filistînê re qut bike, da ku li şûna guhertina rejîmê yan destpêkirina şerekî bi Îranê re, têkiliyên xwe pê re biguherîne û di pêşerojê de bi kar bîne.

REWŞA XEZAYÊ

Tora El Hurra jî di raporeke x we de destnîşan kir ku çi rola ewlehiyê ya Îsraîlê li Xezayê piştî bidawîkirina Hemasê, dê ji aliyê Filistînî û beşekî mezin ê civaka navneteweyî ve wekî rengekî ji rengên dagirkeriya leşkerî bê dîtin û wiha dewam kir: “Dibe ku ev yek planên radestkirina hikumê ji bo desthilata Filistînê yan jî dewletên dost ên Ereban zehemt bike û xeteriya ketina Îsraîlê nava şerekî ji hal xistinê bîne. Heta eger Îsraîlê hikumê Hemasê ku 16 salan li Xezayê dirêj kir, bi dawî kir û binesaziya wê ya çekdarî jî rûxand, dibe ku hebûna hêzên Îsraîlê mîna dema ji 1967 heta 2005 îsyanê gur bikin.

(c)