Çima Hizbullah rêxistinên çekdar beşdarî şerê li başurê Lubnanê kir?

Pisporê leşkerî Hîşam Cabir bal kişand ser beşdarkirina rêxistinên çekdar di şerê li başurê Lubnanê û got, Hizbullah bi beşdarkirina van koman di şerê li hemberî Îsraîlê de hewl dide xwe ji şerekî vekirî ku aliyên navneteweyî beşdar bin, dûr bixe.

Çima Hizbullah rêxistinên çekdar beşdarî şerê li başurê Lubnanê kir?
10 mijdar, 2023   10:59
BEYRÛT
ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Têkildarî beşdarbûna rêxistinên filistînî di şerê Hizbullah û artêşa Îsraîlê yê li başûrê Lubnanê de, gelek pirs derketin ku gelo armanca beşdarkirina van rêxistinan çi ye?

Hizbullah êrişên hevkarên xwe yên komên filistînî wek Hemas û Cîhad Îslamî ji xaka Lubnanê hêsan kirin. Ev jî hevkariya di navbera wan de piştrast dike. Her wiha Hizbullah êdî aliyên Sunnî jî bi armanca kişandina Muslimanên Sunnî yên Lubnanê wek "Hêzên El Fecir" baskê leşkerî yê Koma Îslamî yên xwedî îdeolojiya Îxwan El Muslimîn tev li şer kirin da ku îdiayên li dijî xwe yên mezhebperestiyê jî red bike.

Gelo ev beşdarbûn dê bihêle biryargehên li başûrê Lubnanê pir bibin? Yan Hizbullah ev alî tev li şer kirine da ku mezhebên nû beşdar bike? Îhtîmal heye ku armanca Hizbullah pêkanîna 2 tiştan e, yek da ku diyar bike ku şerê li başûrê Lubnanê ne tenê para Hizbullah a Şîî ya girêdayî Îranê ye, ya din jî beşdarkirina hêzeke siyasê ya Sunnî di şer de ye da ku di encamê de destekdayîneke Sunnî ji derdorê bi dest bixe.

Têkildarî vê mijarê pisporê leşkerî Hîşam Cabir got: "Koma îslamî hat sererastkirin nexasim ku beşdariya wê di operasyonên leşkerî de lawaz bû û di berxwedana nîştimanî û ya Filistînî de tune bû, lê belê kom hatin beşdarkirin da ku bê gotin ku hêzeke Sunnî di berxwedanê de heye û ew berxwedan ne tenê para Şîiyan e. Di heman demê de hewldanên çalakkirina komên Sunnî yên Seraya El Muqawema bi taybetî yên li herêmên Şeba û Keferşoba tên kirin."

Cabir anî ziman ku Hemas û Cîhad Îslamî berpirsên şer in û wiha nirxand: ′′Hizbullah jî vê dozê wek doza Hemas û El Cîhad dibîne ku eger ev her du kom niha destwerdanê nekin dê kengî bikin? Her wiha zext li Hizbullah tê kirin da ku wan koman kontrol bike, lê Hizbullah nikare li dijî komên Filistinê ji Îsraîlê re bibe polîs. Armanca vê yekê jî ew e ku bê piştrastkirin ku ne tenê Hizbullah, di heman demê aliyên ku li eniya Lubnanê tevger dikin, operasyonan pêk tînin."

Cabir got: "Sedema girîng a bûyerên ku diqewimin ew e ku ew komên îslamî wek sîwanekê bên bikaranîn da ku Hizbullah xwe vedize û ji şerekî vekirî ku aliyên navneteweyî tê de beşdar bin dûr bixe, nexasim ku keştiyên şer li nêzî beravên Lubnanê hene.  Di heman demê de Hizbullah rewşa leşkerî ya tevlihev a Îsraîlê dizane, lew ra dixwaza derfetekê bide wê da ku wê ji şerekî vekirî li başur dûr bixe û Washingtonê beşdar nebe. ′′

Rêxistinên navborî bi erêkirina Hizbullah û di çend rojên dawîn de ji xaka Lubnanê derbasî Filistînê bûn û ji Lubnanê baregehên Îsraîlê kirin hedef, nexasim ku Hîzbullah rola Seraya El Muqawama, Hemas, Cîhad Îslamî û hêzên El Fecir li başûrê Lubnanê çalak kir. Dibe ku rêxistinên din wek Tevgera Emel û partiyên çepir û hêzên ku bi navê berxwedanê bang dikin beşdarî eniya başûrê Lubnanê bibin, ev jî bi geşedanên li Xezayê ve girêdayî ye.

(mh)

ANHA