Rojnameyên erebî: Danezana destûrî ya HTŞ’ê meyleke otorîter nîşan dide

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vî sibehê de diyar kir ku komkujiyên li perava Sûriyeyê û danezana destûrî ya desthilata Şamê “maskên El Colanî anîn xwarê”.

Rojnameyên erebî: Danezana destûrî ya HTŞ’ê meyleke otorîter nîşan dide
17 adar, 2025   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de geşedanên li Sûriyeyê û êrişên DYA’yê yên li dijî Hûsiyan nirxandin.

‘EHMED EL ŞERÎ MASKA KU EL COLANÎ XWE LI PIŞT VEDIŞÊRE, DIQETÎNE’

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku ku xeyalên der barê guhertina nêzîkatiyên El Colanî de ji holê rabûn. Hate gotin, bûyerên li peravê rû didin rûyê rast ê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) aşkera kir.

Rojnameyê cih da "danezana destûrî" ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin jî û ev nirxandin kir: "Danezana destûrî ya Heyet Tehrîr El Şamê meyleke otorîter nîşan dide ku bi rengekî cudatir dîktatoriya rejîma berê dubare dike."

Li gorî rojnameyê; "Rojnamevanên xwecih propogandaya El Colanî dikin, hewl didin kiryarên wî rewa nîşan bidin da ku komkujiyên ku hatine kirine binixumînin. Her wiha cezayên aborî wekî sedema aloziya ewlehiyê nîşan didin. Lê ya rast HTŞ van hincetan bi kar tîne da ku civata navneteweyî şantaj dike û gefên zêdetir ên qetilkirin û koçberkirinê lê dixwe."

Rojnameyê bal kişand ser rola dewleta Tirk jî û diyar kir ku dewleta Tirk roleke mezin di xurtkirina HTŞ’ê de lîst û destnîşan kir ku desteka leşkerî û îstîxbaratî ya dewleta Tirk nebûye, HTŞ’ê nikarîbû serweriya xwe ferz bike.

Rojnameyê bi domdarî daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya der barê Sûriyeyê de jî nirxand û diyar kir "Daxuyanî lawaz bû, mezinahiya sûcên ku hatine kirin nîşan neda, lê tenê ji El Colanî xwest ku hesab ji milîsên xwe bipirse.”

Rojnameyê daxuyaniya Konseya Ewlehiyê wek "rewakirina berdewamiya hebûna El Colanî di qada siyasî de" bi nav kir.

Rojnameyê diyar kir ku siyasetên HTŞ’ê li ber aloziyên mezhebî yên xeternak vedike ku dibe bigihêje asta teqînekê. Her wiha destnîşan kir ku bûyerên dawîn ên li perava Sûriyeyê dirûşmên sexte yên HTŞ’ê raxistin ber çavan.

‘GELO TRUMP ŞEREKÎ NÛ LI HERÊMÊ DAYE DESTPÊKIRIN?’

Rojnameya El Quds El Erebî jî cih da êrişên DYA’yê yên li dijî Hûsiyên li Yemenê.

Hate diyarkirin ku ev êriş li ber senaryoyên xeternak ne tenê li Yemenê, lê li tevahiya herêmê vedike û dibe ku Îranê ber bi pêkanîna tedbîrên giran ên dijber ve biavêjo.

‘ÎRAN, DÎMENÊN BIÊŞ Û SAETA BIRYARÊ’

Der barê heman mijarê de rojnameya El Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Li gorî şîrovekarên siyasî, dibe ku êrişên Amrîkayê peyama dawîn a rêveberiya Trump a ji bo Tehranê be. Trump bi vê peyamê hewl dide zextê li Tehranê bike da ku di dosyaya nuklerî de tawîzan bide û piştevaniya xwe ya bi hevalbendên xwe yên li herêmê re rawestîne."

(bb)