‘Divê hesabê komkujiyê ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin’

Endamên malbata ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî wê komkujiyek pêk anî, got divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin.

‘Divê hesabê komkujiyê ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin’
17 adar, 2025   11:16
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Duh salvegera komkujiya Helebceyê bû. Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov û biçek saet di 00.40’an de maleke di navbera gundê Qomçî û gundê Berxbotanê yên Kobanê de bombebaran kir. Di encama komkujiyê de ji heman malbatê piraniya wan zarok, 9 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê li ser navê malbatê Cîhan Mistefa komkujî şermezar kir û ev tişt anî ser ziman: “Ev sivîl bûn. Dewleta Tirk a faşîst bi hemû hovîtiya xwe komkujiyek li ser gelên sivîl pêk anî. Hemû zarok û dayik û bavê wan zarokan bûn. Bi awayekî wehşî dewleta Tirk a qirker komkujiyek kir.”

`ÊDÎ BES E JI KOMKUJIYAN RE’

Cîhan Mistefa anî ziman ku wê malbata ji bo debarê berê xwe dabû gund û got: “Ev gelê sivîl bê çek e, ma dewleta Tirk a dagirker ji sivîlan çi dixwaze? Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin êdî bes e ji van komkujiyên te yên hovane re. Qaşo dewleta Tirk qala aştiyê dike, ka aştî?”

`DIVÊ HESAB JÊ WERE XWESTIN`

Edlê Hecî jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî sivîlan dike û got: “Di rojiya Remezanê de kezeba me şewitandin. Xwedê kezeba dewleta Tirk jî bişewitîne. Komkujiyeke wehşî li ser sivîlan pêk anî, ji sivîlan çi dixwaze? Ma ka mafên mirovan? Ma qey vê yekê li pêş çavê xwe nabînin? Çima xwe ji vê yekê re bê deng kirine? Divê hesabê van komkujiyan di dewleta Tirk a dagirker were xwestin.”

ANHA