Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir

Hevdîtina di navbera şandeya DEM Partiyê û MHP’ê de li Meclisê dest pê kir.

Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
17 adar, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, dest bi serdanên partiyên siyasî kiribû. Di vê çarçoveyê de şandeya DEM Partiyê bi MHP’ê re hevdîtin kir.

 Hevdîtin, li Meclisa Tirkiyê hat kirin. Di şandeya DEM Partiyê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît hebûn.

 Şande, di saeta hevdîtinê de çû Koma Meclisê ya MHP’ê. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin, Cîgirê Serokê Giştî yê ji Hiqûq û Karûbarên Hilbijartinê Berpirsyar Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî Îsmaîl Faruk Aksu ve hate pêşwazîkirin.

 Piştî silavdayînê, şande derbasî eywana hevdîtinê bûn.

 Tê payin ku piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar were dayin.