Rojnameyên erebî: Peywendiyên Ereban ên bi Esed re têk çûn
Beşdariya Beşar Esed di lûtkeya Komkara Erebî de û cezayên li dijî siyasetemdarên Kurd di “doza Kobanê” de, maşnetên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameya El Ereb der barê beşdariya Beşar Esed di civîna Komkara Erebî de ku 16’ê Gulanê li paytexta Behreynê Menameyê hatibû lidarxistin, nûçeyek bi sernavê “Peywendiyên Ereban ên salekê ên bi Esed re têk çûn” weşand.
Rojnameyê agahiyên xwe spartin rapora Enstîtuya Washingtonê û ev agahî da: “Zêdebûna êrişên leşkerî yên Urdunê yên vê dawiyê yên li dijî torên qaçaxçitiyê yên Captagonê, nîşan dide ku dan û standina Ereban bi Esed re di vejandina rejîmê de têk çûne.”
Li gorî rojnameyê, encamên lûtkeya li Mename çi dibin bila bibin, lê rejîma Esed îsbat kir ku dehfên erênî helwesta rejîmê der barê qaçaxçîtiya hebên Captagon, çek û gelek gefên din de naguhere.
‘BIRYARÊN LI DIJÎ SIYASETMENDARÊN KURD: TOHILDANA JI ENCAMÊN HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN E’
Rojnameya El Îxbar a Lubnanê bal kişand ser cezayên li dijî siyasetmendarên Kurd ên bi “doza Kobanê” de girtî ne.
Hate diyarkirin ku ev biryar dê bandoreke mezin li jiyana siyasî ya li Tirkiyeyê bike û hate gotin, biryar di demeke nebaş de hat dayîn û wek derbeyeke xurt li hember hewldanên lihevanînê, hat nirxandin.
Li gorî rojnameyê “Piraniya çavdêran biryarên dadgehê wekî cezakirina Kurdan li ser hewlesta wan a di hilbijartinên dawîn de dinirxînin. Nemaze ku encamên hilbijartinên salên dawîn yek ji sedemên paşketina giraniya AKP’ê ye. Binkeftina AKP’ê di hilbijartinên şaredariyan de hêrsa wê li hember Kurdan zêde kir.”
(bb)