Dema wergirtina daxwaznameyên namzetbûnê hate dirêjkirin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dema wergirtina daxwaznameyên namzetbûnê heta 3 rojên din dirêj kir.

Dema wergirtina daxwaznameyên namzetbûnê hate dirêjkirin
18 gulan, 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarek bi hejmara 4’an derxist û li gorî wê dema wergirtina daxwaznameyên namzetbûnê diyar kir.

Di biryarê de hate gotin: "Dema wergirtina daxwaznameyên namzetbûnê heta 3 rojên din hate dirêjkirin ku ji saet 8:00`an sibehê dest pê dike û heta 5:00`an êvarê ye.

Dema dawîn a wergirtina hilbijartinan roja sêşemê (21`ê Gulanê) ye."

(şx)

ANHA