Rojnameyên erebî cih da şerê Hemas û Îsraîlê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro derketine de cih da dan û standinên ji bo pêkanîna agirbestê li Xezayê û  hewldanên DYA’yê yên jinûve avakirina hevpeymaniyan li Rojhilata Navîn.

Rojnameyên erebî cih da şerê Hemas û Îsraîlê
7 adar, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku cih da dan û stadninên ji bo pêkanîna agirbestekê di navbera Îsraîl û Hemasê de nûçeya bi sernavê "Dan û standinên agirbesta ji bo Xezayê: Îsraîl serhişkiyê dike, berxwedan bi xetên xwe yên sor ve girêdayî ye" weşand. 

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên filistînê wergirtine, rewşa heyî ya der barê hewldanên navbeynaran ên ji bo pêkanîna agirbestê û îmzekirina peymana dîlgirtiyan de serhişkiya Îsraîlê piştrast dike û diyar dike ku Hemas bi xetên xwe yên sor ve girêdayî ye.

Li gorî agahiyên ku heman çavkanî dane rojnameya El Erebî El Cedîd jî, ji bo lihevkirin pêk were du xetên sor ên Hemasê hene ku jê nayê xwarê; ya yekem agirbesteke giştî û dîmî were pejirandin û ya duyemîn jî vegera penaberên ji bakur bo herêmên xwe ye. Li gorî çavkaniyan, bêyî vî şertî ne mimkûn e behsa serbestberdana girtiyên di destê Hemasê de, an jî ferzkirina biryarek li ser Hemasê ku bi van her du şertan nakok be bê kirin. Heman çavkanî destnîşan kir ku an ev şer pêk werin, an dê şer ji hemû aliyan ve gûrtir bibe.

’WASHINGTONÊ LI PÊŞIYA FERSENDÊN JINÛVE AVAKIRINA HEVPEYMANAN LI ROJHILATA NAVÎN E’

Rojnameya Ereb bal kişand ku Washington hewl dide li Rojhilata Navîn ji nû ve hevpeymana ava bike. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji şîrovekaran girtiye; bidawîbûna qonaxa niha ya şerê Xezayê dê bibe destpêka pêngaveke dîplomatîk a mezin a DYA’yê. Hate gotin, eger DYA’yê biserkeve  jî çiqas derfet teng bin jî dikare Rojhilata Navîn ji nû ve biguherîne.

Rojnameyê ku cih da nirxandina lêkolîner Michael Singh ku di rapora Enstîtuya Washingtonê hatiye weşandin de. Li gorî Micahal Singh, dema şerê Xezayê dest pê kir, li pêşiya berjewendiyên siyasî yên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn bû kelem. Nirxandinên Singh wiha ye: "Li ser bingeha Peymana Birahîm ku ji hêla rêveberiya serokê berê yê DYA’yê Donald Trump ve hatî îmzekirin, rêveberiya Joe Biden hêvî dike ku normalîzekirina Îsraîl a bi Erebistana Siûdî re hêsan bike. Li gel vê yekê jî  peymanek parastinê ya dîrokî û çandî, peymaneke hevkariyê ya nûkleerî bi Riyadê re hatiye îmzekirin. Li gel zêdebûna hevrikiyê di navbera hêzên mezin li ser asta cîhanê de, eniya berxwedanê ya bi serkêşiya Îranê darbeyeke stratejîk xwar û Washingtonê tora şirîkên xwe yên herêmî xurttir kir."

(bb)