KBDH’ê li dijî xeta erdgazê çalakiya sabotajêpêk anîn

Milîsên Delal Amed ên KBDH'ê, ragihand ku wan li Stenbolê li dijî xeta erdgazê çalakiya sabotajê pêk anîne

KBDH’ê li dijî xeta erdgazê çalakiya sabotajêpêk anîn
7 adar, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Delal Amed ên KBDH’ê bi daxuyaniyekî çalakiya xwe ragihand û wiha got: "Milîsên me şeva 2'ê Adarê li Sûltangaziyê çalakî pêk anîn. Me xeta erdgazê ya li taxa Esentepeyê hedef girt. Piştî çalakiya sabotajê di xeta erdgazê de teqîn pêk hatin. Li herêmê erdgaz û elektrîk hatin birîn."

Milîsên KBDH’ê gotin, “Meha Adarê ji bo jinan, gelê Kurd û şoreşgeran meha komkujî û serhildanan e. Wekî KBDH; Îsyanên me yên li dijî dewleta desthilatdar a bi serdestiya mêr, wê bi berxwedan û çalakiyan bidome."