Rojnameyên erebî: Bendereke li berava Xezayê Misirê bi fikar dike

Rojnameyên erebî têkildarî avakirina bendereke li berava Xezayê, hevrikiya Mexrib-Tirkiyeyê li ser beravên Afrîkayê û şerê li Xezayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Bendereke li berava Xezayê Misirê bi fikar dike
12 adar, 2024   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd girêdayî mitirsiyên Misirê li hemberî korîdora deryayî ya Qibrisê nûçeyek bi sernavê "Metirsiyên Misirê li hemberî bandora korîdora deryayî ya Qibrisê" weşand. 

Di nûçeyê de rojnameyê agahiyên ser dispêre çavkaniyek ji Misirê ku berpirsên dosyaya Filistîn li Qahîrayê bi nirxandina tevahî senaryoyên muhtemel ên pêşeroja Xezayê re mijul in ji bo ku bendereke deryayî li ser berava Xezayê ava bikin û keştiyên di korîdora deryayî ya Qibrsê re derbas dibin, pêşwazî bike.

Li gorî rojnameyê heman çavkaniyan, diyar kir ku Misir bi fikar e ku ev bender, veguhere bendereke mezintir û bandor li rewşa jeosiyasî ya li herêmê û dergehên li ser sînorên di navbera Misir û Filistînê de bike. Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku Misir ditirse ku ev bender bibe stasyonek ji bo derxistina şêniyan ji Xezayê ku li ser pêşeroja doza Filistînê gef e.

Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha nivisî: "Ruxmî ku Rêveberiya Misirê fikarên wê li ser plana Amerîkayê hene, lê belê nikare bi awayekî aşkera li dijî wê jî derkeve. Ji ber ku koordîneya di navbera Rêveberiya Amerîka û şirîkên wê yên Yekitiya Ewropayê de di asta herî jor de ne û rolek di xilaskirina Misirê ji aloziya wê ya aborî de lîst."

‘JI BO XURTKIRINA CIHÊ XWE YÊ LI AFRÎKAYÊ HEVRIKÎ DI NAVBERA TIRKIYE, ÎRAN Û MEXRIBÊ DE HEYE’

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeyeke xwe de diyar kir ku bi vekişîna Fransayê ji berava Afrîkayê re, Mexrib, Îran û Tirkiye însiyatîfên xwe ji bo pergalên leşkerî yên desthilatdar li wê herêmê pêşkêş dikin ku ew jî dixwazin şirîkên xwe pir bikin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre nirxandina pisporekî siyasî, da zanîn ku Enqere projeya korîdorekê di çolistanê re derbas dibe û dewletên kendavê Kenyayê bi Cezaîrê ve girê dide, dinirxîne.

Rojnameyê ragihand ku Mexrib jî, projeyeke din li hember projeya Enqereyê pêşkêş kir û di Îlona borî de destnîşan kir ku ew amade ye binesaziya rêyan, benderan û rêyên trênê bixe bin kontrola Malî, Borkîna Faso, Nîjer û Çadê yên ne beravî.

Dibe ku Tirkiye û Mexribê ku hegemonya wan ji demeke dirêj ve li herêmê heye, rû bi rûyî Îranê bibin ku ji 2020`an ve, însiyatîfên xwe zêde kirine û Tehranê gelek lihevkirinên hevkariyê bi Porkîna Fasoyê re îmze kirine nemaze di faktora enerjiyê, binesaziya bajaran, perwerdehiya bilind û avakirinê.

‘GELO ŞAŞIYÊN HEMASÊ RÊ VEDIKIN KU ŞIYARBÛNEK LI XEZAYÊ ÇÊBE?’

Rojnameya El Ereb El Londoniye cih da raporên ku çapemeniya Îsraîlê parve kirine û diyar kir ku Îsraîl planekê dinirxîne ku kesan yan jî êlan li Xezayê bi çek bike, ji bo ku piştî bidawîbûna şer, karwanên alîkariyan ên diçin Xezayê biparêzin.

Rojnameyê ragihand ku Hemas ji vê planê ne razî ye û kes yan jî êlên ku dê bi Îsraîlê re hevkariyê bikin, hişyar kirin û gef lê xwar ku hewldanên têkbirina eniya hundirîn a Xezayê bê bersiv nehêle û nahêle tiştek nû bê ferzkirin.

Li gorî rojnameyê êlên li Xezayê dibêjin hevalbendiya bi Îsraîlê re ji hevalbendiya bi Hemasê re bêtir berjewendiyên wan diparêze û kes nizane Hemas ji êrişan çi dixwaze ku di encamê de windahiyên canî û malî çêbûn û ji wê zêdetirî Hemas bi ajandeyên derve ve girêdayî ye.

(şx)