Hûsiyan êrişî keştiyeke Amerîkayê kir

Hûsiyan ragihand ku vê sibê keştiyeke amerîkî li Deryaya Sor kiriye hedef.

Hûsiyan êrişî keştiyeke Amerîkayê kir
12 adar, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Ensarullah (Hûsî) ragihand ku vê sibê keştiya amerîkî ‘Pînokyo’ li Deryaya Sor kiriye hedef.

Berdevkê leşkerî yê komê Yehya Serî got êrişên komê dê di meha Remezanê de ji bo piştgiriya Xezayê zêde bibin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Hûsiyan 2 moşekên balîstîk ji Yemenê avêtine keştiya bazirganiyê Pînokyoyê.

CENTCOM`ê da zanîn ku keştî sîngapûrî ye û ala Lîberyayê li ser e û ti ziyan û zirarên madî û canî çênebûn.

Li gorî daneyên şîrketa Equisys û rêxistina deryayî ya NY`yê, Pînokoy, keştiyeke konteyneran e û ala Lîberyayê li ser e û xwediyê wê şîrketeke li Sîngapûrê ye.

Duh berdevkê Hikumeta Yemenê ji Reuters`ê re axivî û got: "Di êrişên hewayî yên hate gotin ên hevalbendiya Amerîkayê û Brîtanyayê ne de, herî kêm 11 kes hatin kuştin û 14 jî birîndar bûne."

Dezgehên çapemeniyê yên hûsiyan jî ragihand ku balafirên Amerîka û Brîtanyayê 13 caran parêzgeha Hudeydeyê ya li rojavayê Yemenê bombebaran kirine.

(şx)