Rojnameyên erebî behsa rewşa Sûriyeyê, Xeza û rageşiya DYA û Îranê kir

Rojnameyên erebî nivîsî ku vekişîna DYA’yê ji Sûriyeyê dê nexşeya siyasî û leşkerî ya vî welatî ji nû ve xêz bike. Her wiha çav li pêkanîna qonxa duyemîn a peymana Xezayê ye, xetereya şerekî li dijî Îranê jî zêde bûye.

Rojnameyên erebî behsa rewşa Sûriyeyê, Xeza û rageşiya DYA û Îranê kir
24 ÇILE, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa vekişîna DYA’yê ji Sûriyeyê, geşedanên Xezayê û arîşeya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li herêmê kir.

‘DYA VEKIŞÎNA TEVAHÎ YA HÊZÊN XWE JI SÛRIYEYÊ DINIRXÎNE’

Rojnameya El Ereb WIHA nivîsî: "Li Sûriyeyê veguherînên bilez pêk tên ku dibe dîmena stratejîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve xêz bike, ji ber ku hebûna leşkerî ya DYA`Yê li ber qonaxekE biryardar e.”

Ev biryar pir girîng e, ji ber mijara navendên girtina çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku demekE dirêj e ji bo DYA`ê çavkaniya fikarên ewlehî, mirovî û darayî ne.

Bi vî awayî, vekişîna DYA’yê ne tenê biryarek taktîk e, lê dibe sedema sereke ya ji nû ve xêzkirina dîmena siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê û ji nû ve destnîşankirina vebijêrkên berdest ji bo hêzên herêmî û navxweyî.

BÊÇEKKIRINA HEMASÊ Û PLANA JINÛVEAVAKIRINÊ XEZAYÊ

Der barê rewşa li Xezayê de rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsî: "Hemû çav li ser pêkanîna qonaxa duyemîn a peymana agirbestê ya li Xezayê ne. Lê pirs têne kirin ka dê çawa bendên vê qonaxê, bi taybet ên têkildarî bêçekkirina Hamasê û plana jinûveavakirina Xezayê werin pêkanîn, ji ber ku dema pêkanîna wê nêzîk dibe."

Rojnameyê lê zêde kir: "Washington dê zexteke girîng bike da ku peymanê pêk bîne, ji ber ku hewcedariya wê bi vê yekê heye ku serokatiya xwe ya Konseya Aştiyê xurt bike."

‘DYAYÊ HÊZÊN XWE ANÎN, ÎRAN GEFA ‘ŞEREKÎ GIŞTÎ’ DIXWE’

Rojnameya Independent Arabia nivîsand: "Karbidestekî payebilind ê îranî duh (În) got Îran dê her êrişekê wek şerekî giştî yê li dijî xwe bibîne," berî hatina keştiyeke balafiran a DYA’yê û hêzên din ên leşkerî yên li herêma Rojhilata Navîn di rojên pêş de.

Karbidest ku nexwest navê xwe aşkera bike, got: "Em hêvî dikin ku ev kombûna leşkerî ne bi armanca şerekî rastîn be, lê artêşa me ji bo senaryoyên herî xirab amade ye."

Serokê DYA’yê gelek caran gef xwar ku ji ber kuştina xwepêşanderan a dawî destwerdanê li Îranê bike, lê xwepêşandan di hefteya borî de kêm bûn û Donald Trump dengê xwe yê li hember Tehranê nerm kir.

(k)