Rojnameyan dan û standinên DYA û Îranê nirxandin

Rojnameyan diyar kir ku xitimîna muzakereyên DYA û Îranê herêmê vedigerînin qada şer û bal kişand ser vê yekê ku Îran di şertên xwe yên nukleerî de israr dike. Rojnameyan da zanîn ku fikarên navneteweyî li ser bikaranîna Tengava Hurmuzê wek amûreke zextê li ser bazirganî û enerjiyê zêde dibin.

Rojnameyan dan û standinên DYA û Îranê nirxandin
16 gulan, 2026   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser rawestîna muzakereyên nukleerî yên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de, zêdebûna îhtîmala vegera şer, fikarên li ser bandora girtina Tengava Hurmuzê, her wiha rewşa navxweyî ya Îranê.

RAWESTANDINA MUZAKEREYAN Û ÎHTÎMALA ŞER

Rojnameya El Quds El Erebî nivîsand ku 'Îran dîsa li ber şer e' û diyar kir ku bersiva dawîn a Îranê ya ji bo pêşniyarên DYA’yê deriyê her têgihîştineke bi Washingtonê re girtiye. Rojnameyê li ser vê mijarê bi bîr xist ku Tehranê red kir ku der barê bernameya xwe ya nukleerî yan veguhestina uranyuma dewlemendkirî ya derveyî welêt de tawîzan bide.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku “Îranê her pêşketineke di dan û standinan de bi rawestandina tevahî ya şer, rakirina dorpêça deryayî ya li ser benderên xwe, rakirina cezayên diravî yên bi sedan salan li ser hev kom bûne ve girê daye. Bersiva serokê DYA’yê Donald Trump bi hêrs bû, ji ber ku ew li bendê bû ku belgeyeke teslîmbûnê hebe ku bi tevahî daxwazên wî bi cih bîne.”

Rojnameyê di dewama nirxandina xwe de destnîşan kir ku krîz sînorê dosyaya nukleerî derbas kiriye û veguheriye şerekî vekirî li ser hegemonya û serdestiyê, nemaze di demekê de ku zextên DYA’yê zêde dibin û hewldanên wê yên kontrolkirina Tengava Hurmuzê diodmin.

‘RÛYÊ DIN Ê ŞERÊ DYA Û ÎRANÊ’

Rojnameya Independent Arabia "rûyê din ê şerê di navbera DYA û Îranê de" şîrove kir û destnîşan kir ku ev şer êdî ne tenê leşkerî ye, lê bûye şerekî aborî, siyasî û psîkolojîk.

Li gorî rojnameyê, Washington hewl dide zexta aborî bi kar bîne da ku Tehranê neçarî dayîna tawîzan bike, di heman demê de Îran Tengava Hurmuzê wek çekeke zextê bi kar tîne da ku bandorê li aboriya cîhanê bike.

Rojnameyê bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê jî û wiha nivîsand: “Rewşa navxweyî ya Îranê ji ya ku di medyayê de tê vegotin tevlihevtir xuya dike, nemaze nirxê diravê wê gelekî daketiye, rêjeyên bêkariyê û windahiyên aborî zêde bûne. Di heman demê de rexneyên navxweyî û nakokiyên di nava hikumeta Îranê de hene û kontrola ewlehiyê ya hişk tê kirin.”

'TENGAVA HURMUZÊ BÛYE NAVENDEKE ŞANTAJKIRINÊ'

Rojnameya Şerq El Ewsat krîza Tengava Hurmuzê wek “Sêgoşeya Bermudayê li Hurmuzê” bi nav kir û diyar kir ku Îran hewl dide rêya avê ya navneteweyî veguherîne amûreke şantajên siyasî û aborî.

Rojnameyê bal kişand ser girîngiya tengavê ji bo bazirganiya enerjiya cîhanê û diyar kir ku her tevliheviyek li tengavê dê rasterast bandorê li bazarên navneteweyî û bihayên veguhastin û ewlekirina enerjiyê bike. Her wiha îşaret pê kir ku girtina tengavê yan tehdîtkirina navîgasyona navneteweyî ne tenê krîzeke herêmî çêdike, lê di heman demê de "gefeke rasterast ji bo aboriya cîhanî" jî dixwe.

(bb)