Filistîniyek di gulebarana artêşa Îsraîlê de hat kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ciwanekî filistînî di gulebarana hêzên Îsraîlê de li kampa Cenînê ya li bakurê Şerîdaya Rojava hat kuştin.

Filistîniyek di gulebarana artêşa Îsraîlê de hat kuştin
16 gulan, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ciwanekî filistînî vê sibehê di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de li kampa Cenînê ya li bakurê Şerîdaya Rojava de hat kuştin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, Nûredîn Kemal Hesen Feyad ê 34 salî bi guleyên hêzên Îsraîlê li kampa Cenînê hat kutşin.

Îsraîlê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedan.

(bb)