Rojnamevan û çalakvan li Qamişloyê tundî û kuştina li Siwêdayê şermezar kir

Bi dehan rojnamevan û çalakvan ji bo piştgiriya aştiyê û redkirina kuştina li bajarê Siwêdayê beşdarî çalakiya piştgiriyê ya li ber avahiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê bûn.

Rojnamevan û çalakvan li Qamişloyê tundî û kuştina li Siwêdayê şermezar kir
Rojnamevan û çalakvan li Qamişloyê tundî û kuştina li Siwêdayê şermezar kir
Rojnamevan û çalakvan li Qamişloyê tundî û kuştina li Siwêdayê şermezar kir
Rojnamevan û çalakvan li Qamişloyê tundî û kuştina li Siwêdayê şermezar kir
Rojnamevan û çalakvan li Qamişloyê tundî û kuştina li Siwêdayê şermezar kir
Rojnamevan û çalakvan li Qamişloyê tundî û kuştina li Siwêdayê şermezar kir
22 tîrmeh, 2025   22:30
QAMIŞLO

Bi dehan rojnamevan û çalakvanên li Qamîşloyê li ber avahiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî xwepêşandaneke hevgirtinê li dar xistin.

Di xwepêşandanê de piştgirî ji bo xelkên Durzî hate dayîn û tundî û kuştinên li bajarê Siwêdayê hatin şermezarkirin.

Beşdaran di pankartên xwe de tundîtujî şermezar kir û daxwaza yekitiya neteweyî bilind kirin.

Di nav wan de dirûşman de "Xwîna sûrî li sûriyeiyan qedexe ye" û "Ji Qamişlo heta Siwêdayê, aştî" hebûn.

Parêzer Ciwan Mihemed ku beşdarî xwepêşandanê bûye diyar kir ku ji Qamişlo heta Şam û Siwêdayê, ew hemû li dijî kuştin û kesên ku li Siwêdayê li dijî gel komkujî pêk anîne.

Ciwan Mihemed ji gelê Siwêdayê re wiha axivî: “Em bi deng û pênûsên xwe, bi jiyan û ciwanên xwe bi we re ne. Ev helwest ne ya dawî ye, lê belê destpêka tevgerên berdewam e ku em ê bi rêya wan dengê xwe li hember bêdengiya şermîn a navneteweyî ya li hember xwîna Sûriyeyê bilind bikin."

(ac/şx)

ANHA