Tevî banga aştiyê jî dewleta Tirk 18 hezar êriş pêk anîn

Di nava 3 mehên dawîn de dewleta Tirk a dagirker 18 hezar û 235 êrişên hewayî û yên bejahî pêk anîn, tevî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di 1’ê Adarê de agirbest ragihand û 11`ê Tîrmehê komeke gerîlayan çekên xwe şewitandin.

Tevî banga aştiyê jî dewleta Tirk 18 hezar êriş pêk anîn
23 tîrmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Tevî ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel di 1`ê Adara 2025`an de agirbest ragihand û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesih kir û dest bi pêvajoya têkoşîna siyasî kir, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dijwar li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. 

DI 3 MEHAN DE ZÊDETIRÎ 18 HEZAR ÊRIŞ

Li gorî dane û hejmarên ku Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser malperên xwe yên fermî weşandine, dewleta Tirk a dagirker ji 1`ê Adarê heta 20`ê Hezîranê 18 hezar û 180 êrişên hewayî, topbaran û êrişên bi çekên qedexekirî, pêk anîn.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniyeke berfireh de ku di 28`ê Hezîranê de hatiye weşandin, hûrgiliyên êrişan aşkera kiribûn:

-  Girê Amêdiyê di navbera 21 û 26`ê Hezîranê de 9 caran bi dronên ku bi teqemenî û gazên kîmyewî barkirî bûn, hate bombebarankirin.

-18  hewldanên ji bo hilweşandina tunelan bi buldozeran hatin kirin.

- Beşîl û Dargul (li Metînayê) di heman demê de 11 caran bi dronan hatin bombebarankirin.

-  Di 27`ê Hezîranê de li qada berxwedanê ya li Girê Amêdiyê êrişeke kîmyewî pêk hat.

ŞERVANÊN AZADIYÊ BER BI TÊKOŞÎNA SIYASÎ VE DIÇIN

Di 11`ê Tîrmehê de, komeke gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi merasîmek fermî li Başûrê Kurdistanê çekên xwe şewitandin û ragihand ku ew derbasî têkoşîna siyasî bûne. Lê, roja din anku 12`ê Tîrmehê, hêzên dagirker ên Tirkiyeyê 5 êrişên nû li dijî geliyên Mewan û Qajo yên li ser sînorê herêma Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê kirin.

CPT’YÊ ÊRIŞ BELGE KIRIN

Di 19`ê Tîrmehê de, rêxistina amerîkî CPT aşkera kir ku hêzên dagirker ên Tirkiyeyê 11 êriş li ser Çiyayên Metînayê yên li herêma Amêdiyê ya Dihokê kirine.

Li gorî amarên dawîn ên ajansa me belge kirine, hejmara êrişên dewleta Tirk ji destpêka agirbestê ve heta roja amadekirina vê raporê, gihaştiye 18 hezar û 235’an.

Di rewşeke wiha de ku behsa bidawîkirina têkoşîna çekdarî û destpêkirina têkoşîna siyasî tê kirin, pirsa ku derdikeve hole, ev e; gelo Enqere bi rastî niyeta wê heye ku bikeve pêvajoyeke aştiyê ya rastîn? An jî ev zêdebûna êrişên leşkerî nîşan dide ku Tirkiye dixwaze her projeyeke demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têk bibe?

(k)

ANHA