Pêkhateyên Tirbespiyê: Hêviya me hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ye

Pêkhateyên Tirbespiyê daxwaz kir ku di demeke nêz de bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin û daxwaza azadiya wî kir.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Hêviya me hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ye
23 tîrmeh, 2025   05:15
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Di çarçoveya kampanyaya bi navê “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de şêniyên bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

Ubêd Ehmed ku ji pêkhateya Ereb e, bi zimanê kurdî axivî û got: “Hêviya me ew e ku em bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.”

Ubêd Ehmed destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan mafên hemû neteweyan diparêze û wiha dom kir: “Ji sala 2013`an ve ez li pey vê fikrê dimeşim hetanî vê demê, hêviya min ji destpêka ku min tevger nas kir, ew bû ku ez bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.”

Dîlber Silêman diyar kir ku ew wek tevahî jinan bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve hatine girêdan û got: “Rêber Abdullah Ocalan maf da jinan, em daxwaz dikin ku Rêber Apo di demeke nêz de di nava xwe de azad bibînin û hevdîtinê pê re bikin."

Dîlberê got ew ê tu carî çalakiyên xwe yên ji bo daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kêm nakin.

Îbrahîm Silêman got zêdetirî 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de ye, tevî ku di zinadanê de ye bangeke dîrokî kir.

Îbrahîm da xuyakirin ku ew dixwzin li tevahî herêmê aştî pêk were û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di serî de bi hêvî me ku bi Rêbertiya xwe re hevdîtinê bikim û xwesteka me ew e ku li her çar parçeyên Kurdistanê aştî pêk were.”

ANHA