Rojnamevan Silêman Ehmed hat berdan

Rojnamevan û edîtorê Beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed, piştî 454 rojan hat berdan.

Rojnamevan Silêman Ehmed hat berdan
20 ÇILE, 2025   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 6’ê Kanûnê de Nerîman Ehmed ku yek ji parêzerên Silêman Ehmed e, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal Facebook’ê ragihand, Dadgeha Temyîzê ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê tometên li ser rojnamevan Silêman Ehmed rakir û biryara berdana wî daye.

Îro rojnamevan Silêman Ehmed piştî 454 rojan di girtîgeha PDK’ê de hate girtin, azad bû.

Hêjayî gotinêye ku Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Di 29’ê Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.