ˋWê berxwedan û biratiya gelan êrişên dagirkeran têk bibinˊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji malbatên şehîdên bajêr û malbatên şehîdên koçberên Efrîn û Şehba û Serêkaniyê re civînek li dar xist. Di civînê de pêşdeçûnên dawîn û rêgazên parastina herêmê û xurtkirina projeya biratiya gelan hatin nîqaşkirin.

20 ÇILE, 2025   16:20
HESEKÊ

Di çarçoveya rêzecivînên têkildarî şîrovekirina rewşa heyî tên lidarxistin de Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê îro li hola Serdem a bajêr civînek organîze kir. Di civînê de malbatên şehîdan ên Hesekê, malbatên şehîdan ên koçberên Efrîn û Şehba û Serêkaniyê beşdar bûn.

Di civînê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku Sûriye bi tevahî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe.

Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe hewl dide jinûve xewnên xwe yên Osmanî zindî bike û got: "Li hember van planan rêya herî guncaw berxwedana gelan e. Projeya biratiya gelan rêya avakirina Sûriyeya nû ya li ser bingeha edalet û wekheviyê ye. divê em yekitiya xwe ji bo parastina destkeftiyên xwe xurt bikin."

Di dewama axaftina xwe de Xelîl girîngî da xebatên piştgiriya berxwedan bi taybet berxwedana li Bendava Tişrînê ku êdî sembola berxwedan û têkoşîna hevbeş. Xelîl bang li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê mezin bikin.

MALBATÊN ŞEHÎDAN: EM PIŞTGIRIYA HÊZÊN XWE DIKIN

Piştî civîn bi dawî bû, Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de meclisê piştgirî da berxwedana QSDˋê û YPJˋê û nobedarên li Bendava Tişrînê. Endama meclisê Rewan Şêxo daxuyanî xwend.

Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire, lê bi saya berxwedana QSD, YPJˋê ew berxwedana xwe ya parastina xak û destkeftiyên xwe didomînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku şênî û meclisa malbatên şehîdan piştgiriya şervanên xwe yên QSDˋê û YPJˋê dikin û bang li tevahî welatiyan kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin û piştgiriya projeya biratiya gelan bikin.

(fr)

ANHA