Desteya Jîngehê: Ger bendav hilweşe dê karaseteke mirovî û jîngehî çêbe

Desteya Jîngehê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê hişyarî da û diyar kir ku heke bendav hilweşe dê felaketeke mirovî û jîngehî çêbe. Desteyê ji bo pêşîgirtina li karesateke muhtemel bang li gelê Sûriyeyê û hêzên navneteweyî kir.

Desteya Jîngehê: Ger bendav hilweşe dê karaseteke mirovî û jîngehî çêbe
20 ÇILE, 2025   15:54
REQA

Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Reqayê kom bûn û der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê daxuyaniyek da. Hevserokên Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Besma Mihemed û Îbrahîm Esed bi zimanên erebî û kurdî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî helweşîna rejîma Baas a li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Ev pêvajo jî ji encama berxwedana 14 salan a gelê Sûriyeyê bû. Di van 14 salên borî de gelên Sûriyeyê di zor û zehmetî; ji koçberiya bi darê zorê bigirin dest heya xerabiya rewşa aborî û herî dawî dagirkeriya dewleta Tirk dagirker derbas kir. Bi helweşîna pergala Baasê re, gelê Sûriyeyê li pêşberî  çerxeriyekê ye. Di vê çerxerêyê de pir rêyên cuda hene. Gelên Sûriyeyê di vê pêvajoyê de dikarin bi hev re û bi yek destî Sûriyeke nû û demokratîk ava bikin.

Hêzên siyasî, partî, rêxistin û tevgerên siyasî û civakî bi nîqaş û dan û standinên navxweyî dikarin destûreke hêja û wekî pirrengiya gelên Sûriyeyê saz bikin. Lê berdewamkirina êrişên dewleta dagirker û çeteyên girêdayî wê, aloziya li Sûriyeyê mezintir dike. Dewleta Tirk nahêle gelê Sûriyeyê di rewşekê aram de bijî, nahêle Sûriye di atmosfêrekî azad de destûr û siberoja xwe diyar bike. Lewra ev êriş civaka Sûriyeyê qasî ku hatiye tarûmarkirin, ew hîntir perçe dike.

Em Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta dagirker ên li ser Bendava Tişrînê ku bi balafiran têne kirin, şermezar dikin.

Ji bo parastina bendavê em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev ji 8ˈê Çileya îsal ve berê xwe didin bendavê. Lê dîsa dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî sivîlan ranewstand û hîna jî didomîne. Di encama êrişan de bi dehan sivîl şehîd bûn.

Em bang li gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes, elewî, durzî, misilman û êzidiyan dikin ku li hemberî êrişên li ser Bendava Tişrînê ku dibe sedema karaseteke mirovî dakevin qadan û dengê xwe bighînin qadên naveteweyî.

Di heman demê de bangewaziyên me ji tevgerên ekolojîk, rêxistin û saziyên mafên mirovan jî hene; xetereya li ser bendavê roj roj zêdetir dibe. Ev xeterî dê felaketên cuda bi xwe re derxine holê. Ev êriş wê ne tenê zerarê dide xwezaya herêmê, lê belê dê gel bi qirkirinê re rû bi rû bihêle. Rojane bi dehan şehîd çêdibin û jîngeh tê wêrankirin. Ajalan hêlîn û cihên xwe terik kirin.

Dibe ev xetere bibin sedema van karasetan:

- Li derdora bendavê bi sedan gund û bi sedhezaran şênî dijîn, rûxandina bendavê dê bibe sedema fetisandina ewqas mirovan û xerakirin gelek gundan.

- Felaketeke ekolojîk bi xwe re wê bîne, ku hêlîn û cihê bi hezara cûreyên zindiyan xerab bike û pergala ekolojîk li wê deverê xerab bike. Di encama xerakirina bendavê de dê heşîn û bi mîlyonan zindiyan wê werin tunekirin.

- Bendava Tişrînê eleketrîkê dide bi sed hezaran gund û bajarokan. Xerabkirina bendavê wê Sûriye bixe rewşeke zehmet û serdemek tarî.

- Bendav di heman demê de jî pirek ku çûn û hatina şêniyên herêmê hêsan dike. Xirabkirina bendavê dê jiyanê tengav dike.

Ji ber vê yekê em van bangan li gelê Sûriyeyê û rêxistinên navneteweyî dikin:

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestînin.

- Divê hêzeke navneteweyî derbasî herêmê bibe.

Carek din em bang li hêz, rêxistin, tevger û kesayetên navneteweyî û mirovî û ekolojîk dikin ku dengê me bighînin raya giştî ku ev êrîş rawestînin. Em berxwedana QSD û YPJ’ê silav û pîroz dikin. Ji birîndaran re şifaya acil û ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”

(bb)