Rojnamevan: Rêgirtina li ber veguhestina cenazeyên Cîhan û Nazim sûc e

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêgirtina li ber veguhestina cenazeyên rojnamevan Cîhan û Nazim ji aliyê hikumeta AKP û MHP`ê ve, şermezar kir. Rojnamevanan got nehiştina derbasbûna cenazeyên rojnamevan Nazim û Cîhan ber bi Bakurê Kurdistanê ve sûceke dermirovî ye.

Rojnamevan: Rêgirtina li ber veguhestina cenazeyên Cîhan û Nazim sûc e
12 ÇILE, 2025   04:05
QAMIŞLO

Der barê rêgirtina li ber veguhestina cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn.

Sorgul Şêxo nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: “Cîhan hemû dikare Nazim û Cîhan hembêz bike. Em bang li raya giştî dikin ku êdî li hember nêzîkatiyên dijî rojnamevanan helwestên xwe nîşan bidin."

Sorgul Şêxo da zanîn ku hikumeta AKP û MHP`ê hetanî ji cenazeyên rojnamevanên rêhevalên wan ditirse û wiha pê de çû: “Nederbaskirina cenazeyan sûcek e dermirovî ye. Divê der barê vê de aliyê peywendîdar dozê vekin.”

Alan Roj jî destnîşan kir ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî xebateke pir hêja bûn. Dixwestin li Bendava Tişrînê rastiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo raya giştî ragihînin."

Alan Roj diyar kir ku ne cara yekemîn e dewleta Tirk a dagirker li herêmê rojnamevan û sivîlan hedef digire û wiha dom kir: “Rastiya dewleta Tirk ev e, lê tişta ku em jê matmayî dimînin bêdengiya civata navneteweyî ye. Divê hemû rojnamevanên Kurdistanî bi yek dengî li hemberî sûcên li dijî rojnamevanan tên kirin, derkevin.”

Alan Roj bal kişand ser rojnamevan û nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û got: “Ajansa Hawar yek ji wan ajansên ku bi nav û deng e, gelek dezgehên navneteweyî weşana wê dişopînin. Ji ber wê em xerîb dibînin ku tu daxuyaniyên xwedî bandor li hemberî hovîtiya dewleta Tirk nehatin dayîn.”

Alan Roj da zanîn ku di warê mirovahiyê de, ti qanûn tune ne ku rê li ber veguhestina cenzeyan bê girtin. Hemû qanûnên li cîhanê rê didin ku cenaze bên veguhestin û got: “Tê xuyakirin ku dewleta Tirk ji kela di nava hinavên gelê Bakurê Kurdistanê de ditirse.”

(sb/fr)

ANHA