Nûnerên mezheb û olan ji bo avakirina Sûriyeke nû banga biratiyê kirin

Nûnerên mezheb û olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû gelê Sûriyeyê kirin ku bibin yek li hember cudakarî û fitneyê.

Nûnerên mezheb û olan ji bo avakirina Sûriyeke nû banga biratiyê kirin
12 ÇILE, 2025   05:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Li aliyekî êrişên leşkerî yên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, li aliyê din dagirkerî û çeteyên wê bi rêbazên şerê taybet hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bi taybet Ereb û Kurdan de belav bikin da welat veguherînin qada rijandina xwîna sûriyan.

Nûnerên mezheb û olên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe ya li ser van hewldanan anîn ziman. Seroka Fakûlteya Zanistên Olî ya Zanîngeha Rojava û endama Partiya Yekîtiya Suryanî Sewsen Ebdulehed diyar kirin ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim cihê jiyana hevbeş a di navbera ol û mezhebên cihê de ye û dê her wiha bimîne.

Sewsen bal kişand ser wê yekê ku jiyana mirovan li ser nirxên hevpar ên hemû gelan pêk tê û got: "Pêkhateya Suryan mezhebperestiyê bi hemû şêweyên wê napejirîne" û banga pêşxistina jiyana hevbeş di navbera hemû netew û olên li Sûriyeyê kir. "

Endama Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Leyla Ibrahîm jî wiha got: "Armanca me avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk di bin ala cihêrengiya çandî û ziman de ye, ku tê de hemû mezheb û pêkhate hebin û her yek ji wan bi çand û zimanê xwe di nava aştiyê de bijîn. "

Leyla amaje bi wê yekê kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 13 salên dawî de, tevî dijwarî û astengiyên ku li herêmê jî, pêşketinên berçav pêk hatin.

Di heman çarçoveyê de berdevkê mezheba elewî Tewfîq Esed Receb bang li hemû mezheb û neteweyan kir ku ji bo avakirina Sûriyeke nû ya bê mezhebî hevkariyê bikin.

Di dawiya axaftinên xwe de Receb balkişand li ser girîngiya biratî, parastina nirxên çandî û hezkirinê  ji bo avakirina civakeke aştiyane.

(k)

ANHA