Rojnamevan Hêmin Mamend detayên êrişê aşkera kirin

Rojnamevan Hêmin Mamend anî ziman ku kesên gule li wî reşandibûn 2 kes bûn û li ser motorsiklêtê bûn û got: “Serûrûyên wan girtî bûn. Min ji hêzên ewlekariyê re gotibû dijminek li pey min e û di bin çavêdêriyê de me. Êriş êrişeke pilankirî bû.”

Rojnamevan Hêmin Mamend detayên êrişê aşkera kirin
6 îlon, 2025   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva 2’yê Îlona 2025’an rojnamevan Hêmin Mamend li taxa Eqarî ya Silêmaniyê ji aliyê 2 kesên serûrûgirît ve hate gulebarandin. Mamend ji vê êrişê bi birîndarî rizgar bû û rakiribû nexweşxaneyê.

Rojnamevan Hêmin Mamend êrişa li ser wî hatî kirin ji Roj newsê re vegot.

Hêmin Mamed anî ziman ku piştî bernameya televizyona Stêrk TV ya Serinc pêşkêş dike û şûnde li gel çend hevalên xwe saziya Azadbûn û got: “Em bi mebesta xwe fêrî zimanê Kurmancî bikin çûbûn wir. Ew roja yekem a perwerdehiya min bû. Piştre ji bo xwarina şîvê bixwim çûm taxa Eqarî. Yek ji taxên qelebalix yê bajarê Silêmanî ye. Demek bû min serdana vê derê nekiribû. Piştî min xwarin xwar û vegeriyam gel wesayîta xwe, du kesên li ser motorsiklêtê û serûrûyê wan girtî bi demance gule li min reşand.”

Mamend wiha domand: “Demek bû dijmin min dişopand û li ser vê yekê min aliyên ewlekariyê jî agahdar kiribû. Ewên êrişî min kiribû komekin. Ji ber diyare berê ez şopandime, berê jî xwe amadekirine. Tim di bin çavdêriya wan de bûm, ji bo kuştinê hatibûn.”

Rojnamevan Hêmin Mamend li ser rewşa xwe ya tenduristî jî vê dibêje; “Her çendî êş û azarên min giran jî be, pêwîstiya me herî zêde bi heqîqet, azadî, welat, aştî û bihevre jiyanê ye. Niha parçeyek ji guleyê maye di nava laşê min de. Li bendê me piştî du hefteyên din bi emelyatê bê derxistin.”

Hêmin Mamend spasiya kesên ku ew gihandine nexwşexaneyê kir. Mamend got: “Ezê bi ruhê şehîd Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Wedat Husên, Serdeşt Osman, Mamosta Cîhan li nava Medyaya Çapemeniya Azad kare xwe dewam bikim.”

Herî dawî Rojnamevan Hêmin Mamend got: “Ez ji bo hemû xelkê Kurdistan û dijmin re tînim ziman; ji berê bihêztirim. Bi moraleke zêdetir li nava Ragihandina Azad ezê kar bikim.”

Rojnamevan Mamend spasiya medyaya li Silêmaniyê kir û daxwaz dikim ku dosyaya min weke dosyaya berê bila berovajî nekin û got: “Daxwaz dikim kesên li pişt vê planê bên girtin û dadgehkirin.”