Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin

Hevserokê Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re, Ebid Hamid El Mihbaş kar û xebatên komîteyan şîrove kir ku dê çavdêriya pêvajoya entegrekirina saziyan bike. El Mihbaş destnîşan kir ku lihevkirina 10`ê Adarê, ji bo danûstandinan lêvegereke bingehîn e, ji ber ku bingeha entegrekirina îdarî, leşkerî û ewlehiyê danîne û bingeha pêvajoyeke nû ya nenavendîbûnê ye.

Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
Li Reqayê rêveçûna danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re hatin şîrovekirin
6 îlon, 2025   16:37
REQA

Komîteya Şêwiriyê li bajarê Reqayê civîneke berfireh li darxist. Di civînê de hevserokê Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re Ebid Hamid El Mihbaş li hola civînan a Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê bi şêniyên bajêr re civiye û geşedanên dawîn ên têkildarî danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de, şîrove kirin. 

El Mihbaş bi hurgulî kar û xebatên komîteyên ku ji her du aliyan ve hatine avakirin, jê komîteya ewlehiyê û leşkerî, perwerde, deriyên sînor, aborî, tenduristî û guhertina destûrê, şîrove kirin.

El Mihbaş behsa dosyayên xizmetguzariyê û îdarî yên girîng kir ji bo ku istiqrara qanûnî û îdarî li herêmê bi dest bikeve. Her wiha El Mihbaş destnîşan kir ku komîte, dê bi awayekî asayî carnan li Şamê carnan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicivin.

El Mihbaş diyar kir ku lihevkirina 10`ê Adarê ji bo danûstandinan, lêveger e ji ber ku bingeha entegrekirina îdarî, leşkerî û ewlehî dabîn dike, bingeha pêvajoyeke nû ya nenavendîbûnê ye ku dê yekitiya Sûriyeyê biparêze, rê li pêşiya projeyên parçekirinê bigire lewma El Mihbaş bang kir ku ev lihevkirin bilez were pratîkkirin.

Rûspî, rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnasên beşdar diyar kir ku ew piştgiriya komîteya danûstandinan dikin û di heman demê de destnîşan kirin ku divê civaka navneteweyî, di serî de Fransa û DYA`yê dabînan bidin ji bo ku ev lihevkirin were pratîkkirin.

Beşdaran bang li Erebistana Siûdî kir ku rola xwe ya cewherî di piştgiriya istiqrara li herêmê de bilêze û piştgiriya her projeyeke nîştimanî ya komker bike ku yekitiya Sûriyeyê xurt dike.

(şx)