Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn

Di salvegera duyemîn de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin bibîranîn.

Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22 tebax, 2026   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarî de Şehîd Hêro Bahadîn di salvegera duyemîn a xwe de li ser gora xwe bi amadebûna malbat û endamên Çapemeniya Azad hate bibîr anîn.

Di merasîma bîranînê de Hawşîn Şiwane û Sinûr Rehman axivî û dilsoziya xwe ya bi hevalên xwe re anîn ziman û got: “Em serbilind in ku li gel dayîk û bavê şehîdan sekinîne. Xwîna şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn xwîna rast a gelê Kurd e. Heta têkoşîna rast û azadiyê ya gelê Kurd hebe, ev xwîn zuha nabe. Ew şehîdên Kurdistanê ne.‘‘

Bavê Şehîd Hêro Bahadîn Abdullah jî di merasîmê de axivî û spasiya hemû kesên amade kir û piştre jî xwişka şehîd Hêro Bêrîvan Bahadîn axivî û got: “Bi hêviya ku salek din li vir kom bibin û mizgîniya kesên sûcdar hatine cezakirin bidin wan.”