Li Myanmarê dêrek hat bomberbarankirin: 14 kes hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya artêşa Myanmarê ya li ser Dêra Budîstê de 14 sivîl hatin kuştin.

Li Myanmarê dêrek hat bomberbarankirin: 14 kes hatin kuştin
22 tebax, 2026   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku 2 şahidan dane AFP’ê, 14 sivîlan dema ku rêûrsemên olî pêk dianîn di êrişa hewayî ya artêşa Myanmarê ya li ser Dêra Budîstê de hatin kuştin.

Şahidekî got, êriş li nêzîkî bajarokê Maungdawê yê navenda Myanmarê çêbûye û diyar kir ku qurbanî di navbera 50 û 70 salî de ne.

Şahid her wiha agahî dan ku piştî êrişa yekemîn balafirê careke kesên ku diçû cihê bûyerê da ku birîndaran rizgar bikin, xist.

Lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporek ku hefteya borî hat weşandin de, artêş bi zêdekirina êrişên hewayî yên li ser sivîlan û binpêkirinên dikevin xana sûcên şer tawanbar kirin, lê hikumetê ev tawan red kirin.

(f)