Di êrişa bi sûrê ya li Swêdê xwendekarek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

Di êrişa bi sûrê ya ku duh li dibistaneke Swêdê hatibû kirin de xwendekarek 17 salî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa bi sûrê ya li Swêdê xwendekarek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn
22 tebax, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Swêdê îro ragihand ku di êrişa duh a bi sûrê ya ku li dibistaneke navîn a li bajarokê Vagerstayê hatibû kirin de xwendekareke 17 salî jiyana xwe ji dest da û 2 jî bi giranî birîndar bûn.

Êrişkar jî di gulebarana polîsan de birîndar bû û hat binçavkirin. Lêpirsîn û lêkolîna der barê êrişê de dewam dike.

(bb)