Di rojekê de 12 kes hatin kuştin û 4 cenaze hatin dîtin

Li herêmên desthilata Şamê de alozî û tevlihevî dewam dike. Hate ragihandin ku di 24 saetên dawîn de 12 kes hatin kuştin û cenazeyên 4 kesan ku di sala 2014’an de ji aliyê rejîma Baas’ê ve hatibûn kuştin hatin dîtin.

Di rojekê de 12 kes hatin kuştin û 4 cenaze hatin dîtin
15 gulan, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku li herêmên desthilata Şamê de di 24 saetên dawîn dee 12 kes hatine kuştin.

SOHR’ê ku der barê hurguliyên mijarê de agahî parve kirin, diyar kir ku li devera di navbera gundên Xariya Rojava û Xirbe Xezale yên Derayê de kesek dema bi çekê dilîst di encama teqandina guleyên wê ya bi şaştî de bavê wî hat kuştin. Li gundê Misîka El Heyat ê Derayê jî ji ber teqandina bêserûber a çekan de jinek hat qetilkirin û 4 kes birîndar bûn.

SOHR’ê diyar kir ku li Helebê jî kesek bi tawana tevgeriya bi rejîma Baas’ê re ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin. Li heman bajarê endamekî hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamêm hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li gundê Dadîx ê Idlibê endamekî hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da. Li devera Dana jî şêniyekî berê du hefteyan agahî jê qut bibûn, kuştî hat dîtin ku şopên îşkenceyê lê hebûn. Hate zanîn ku li gundê Fewa jî cenazeyê jinekê hat dîtin, li gundê Hemra yê girêdayî bajarê Qirdaha yê Laziqiyê jî ji ber teqîna mayînekê zarokekî jiyana xwe ji dest da. Li Idlibê jî kesek di encama teqandina guleyên pîrozbahiya rakirina cezayên DYA’yê yên li ser Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Ezîzeyê yê rojhilatê Helebê jî cenazeyên 4 kesan ku di nav de 2 zarok û jinek hene, di bîrekê de hatin dîtin. Hate diyarkirin ku her çar kes di sala 2014’an de di encama komkujiyekê ya rejîma Baas’ê de hatin kuştin.

Her wiha hate zanîn ku li gundewarê rojavayê Siwêdayê nêzî balafirgeha Silaya leşkerî 3 kes ji ber teqîna mayînekê ya bi erebeyan wan ve jiyana xwe ji dest da.

(bb)