Îsraîlê kuştina serkirdeyekî Hizbullahê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa li ser navenda fermandariya “Hêza Ridwan” a girêdayî Hizbullahê de serkirdeyekî wê hatiye kuştin.

Îsraîlê kuştina serkirdeyekî Hizbullahê ragihand
15 tebax, 2026   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê vê êvarê daxuyand ku wê navendeke fermandariya Hizbullahê ya li herêma Ensar a başûrê Lubnanê bombebaran kiriye, di encamê de serkirdeyê Hêza Ridwan Elî Semîr El Hac Hesen hat kuştin.

Berdevka artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ku li ser X’ê weşandiye got êrişa li ser navenda çavdêriya çalakiyên Hizbullah a li herêmê hatiye kirin. Her wiha anî ziman ku ev êriş wekî bersiv li hemberî êrişa Hizbullahê yên li ser herêma wan a ewlehiyê pêk hatiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî daxuyand ku di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 11 kes mirin û 19 jî birîndar bûn.

(f)