Koşka Spî: Wê danûstandinên şemiyê yên bi Îranê re yekser bin

Berdevka Çapemeniyê ya Koşka Spî diyar kir ku wê danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de yên ku roja şemiyê li Seltenet Omanê dest pê bikin, yekser bin. Tehranê jî gotibû ku wê danûstandin neyekser bin.

Koşka Spî: Wê danûstandinên şemiyê yên bi Îranê re yekser bin
8 nîsan, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka çapemeniyê ya Koşka Spî Caroline Leavitt da zanîn ku wê danûstandinên Amerîka-Îranê ku roja şemiyê li Seltenet Omanê dest pê bikin, yekser bin, lê Îranê ew yek derewand û diayr kir ku wê dan û standinê neyekser bin.

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê jî gotibû ku eger Îran bi serokê Amerîkayê Donald Trump re li hev neke, wê cezayên li ser Îranê zêde bibin.

Girêdayî wê, Trump gotibû ku Amerîka dê bi Îranê re danûstandinên rasterast ên di astên bilind de bike.

Li hemberî wê jî Îranê îsrar kir ku ew danûstandin dê nerasterast bin.

(mh/fr)