ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9- 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9- 1 – 2025
9 ÇILE, 2025   02:00

Xelkê Kobanê berxwedan û piştevaniya xelkê Bakurê Kurdistanê ya ji bo Kobanê silav kir û got “Çawa ku gelê Bakur 2014`an li ser sînor piştgiriya Kobanê kir, va ye careke din piştgiriya Rojava dikin. Em berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bi dil û can silav dikin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Şêniyên bajarê Til Temirê li hember van êrişan, bi HPC`ê re komîteyên parastinê ava kirin. Şênî dibêjin ew ê heta dawiyê piştgiriya QSD`ê bikin.

Ciwan Seko diyar kir ku yekitiya Kurdan yek ji pêwîstiyên qonaxa nû ya Sûriyeyê ye, ji bo dabînkirina mafên Kurdan di destûra nû de.

Şêx Fehid El Şêxanî diyar kir ku divê gelê herêmê bi ajandeyên dewleta Tirk û çeteyên wê nexape û got "Heke tiştek nemîne jî, ez ê bi çoyê di destê xwe de şer bikim lê dev ji rêgez û xwîna şehîdan bernadim."

Şêx Wefîq Esed Receb ê ji mezheba elewî diyar kir ku ji ber binpêkirinên li ser wan, rewşa li herêmên Sûriyeyê yên li peravê û herêmên elewiyan trajîk e û diyar kir ku ew banga şer nakin, lê ew teslîm nabin. Receb bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo parastina wan destwerdanê bikin.

Gaziya şer Zarîn Kobanê destnîşan kir ku ji Sakîne Cansiz fêr bûne ka divê jinên şoreşger çawa tev bigerin û got “Heval Sara sembola berxwedanê ya jinên têkoşer û berxwedêr e.”

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Kampan Şêxmûs Ehmed got 121 hezar koçber ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê derketine û gihaştine kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê. Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku jid bo piştgiriya koçberan bikin, alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.

Xelkê bajarê Qamişlo ji bo bîranîna her sê têkoşeran şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan ji pêş Çerxerêya Osman Sebrî meşekê li dar dixe, (11:30). Her wiha Kongra Star li bajarê Hesekê bi beşdariya xelkê bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê bi heman boneyê meşekê li dar dixe, (12:00). Li kantona Dêrazorê jî Kombûna Jinan a Zenûbiya li avahiya Desteya Jinan çalakiya bibîranînê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN