Rêveberiya Xweser: Eger êrişên dijî Tişrînê bidomin wê karesateke xeternak rû bide

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hişyarî da ku eger êrişên hewayî û topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tişrînê bidomin, wê karesateke mirovî û jîngehî rû bide.

Rêveberiya Xweser: Eger êrişên dijî Tişrînê bidomin wê karesateke xeternak rû bide
8 ÇILE, 2025   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dagirkeriya Tirk li dijî karwana wesayîtên gel a ku vê sibehê berê we da Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji zêdetirî mehekê ye dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bendava Tişrînê bênavber êrişên dikin û eger ev êriş bidomin wê kareseteke mirovî û jîngehî ya mezin û metirsîdar rû bide.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de êrişa dewleta Tirk a dagirker a dijî karwana wesayîtên gel a ku vê sibehê berê xwe da Bendava Tişrînê ku dijberiya xwe li dijî êrişên bênavber ên li dijî bendavê nîşan bidin, şermezar kir.

Her wiha hat gotin ku di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk li dijî karwanê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn û rewşa hin birîndaran jî giran e.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên xwecih û navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn êrişên li dijî Bendava Tişrînê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin.

(mh/fr)