ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8 - 8 - 2025
8 tebax, 2025   02:00

Mihemed Beyrem diyar kir Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê pêdiviyeke nîştimanî ya lezgîn e, ji ber ku hevgirtina pêkhateyên ji fitneyan diparêze û bêyî paşguhkirin an jî dûrxistinê geşkirineke giştî pêk tîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Îbrahîm Ehmed Faris ê ji Dêrikê li cihekî bilind a bênderên gundê xwe sekiniye. Bi hesreteke mezin li şûna zeviyên xwe yên rojekê şînahiya jiyanê nîşan dida, mêze dike. Bi destê xwe cihên kaniyên berê yên li gund nîşan dide û dibêje hemû kanî ziwa bûne. BI WÊNE Û DÎMEN

Dixwazim hin kevirên Gola Wanê kom bikim, hinek ava wê bixim galonekê û bikevim ser rê û werim gundê Xecê Xatûnê. Kelecana dîtina te di dilê min de be. Wan keviran deynim ser axa gora te û avê lê bireşînim. Ev xwesteka te bû. Porê te yê wekî pêlên golê pêl bi pêl hîs bikim. Te hembêz bikim wekî ku tîrêjên Rojê Tendûrek hembêz kiribe. Hesreta te ya ji Wanê re û hesreta min a ji te re dê bigihaşta hev.

Koçberên Girê Spiyê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza vegera ewle kir û got hebûna dagirkeran trajediya wan zêde dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di ramanên xwe de girîngiyê dide mirovên azad ku bikarin ji bingehên aştî, diyalog û hevqebûlkirinê civakeke demokratîk ava bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Navenda Çandê ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariya ku pêşeroja me ava dike" li dar dikeve (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê û Yekitiya Hunermendan ên kantona Cizîrê ji bo bibîranîna salvegera 16'emîn a koça dawî ya hunermendê nemir Aram Tîgran şahiyekê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixin (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN