Federasyona Gaziyan Denîz Firat bibîr anî

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevan Denîz Firat di salvegera 11’emîn a şehadeta wê de bibîr anî.

Federasyona Gaziyan Denîz Firat bibîr anî
8 tebax, 2025   08:32
NAVENDA NÛÇEYN

Yekeya Ragihandinê ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi minesebata salvegera 11’emîn a şehadeta rojnamevan Denîz Firat ku roja 8’ê Tebaxa 2014’an dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Wergeha Şehîd Rustem Cudî (Maxmur) dişopandin, şehîd bibû, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Denîz Firat di temenekî biçûk de dest bi rêwîtiya azadiyê kiriye, heya şehadeta xwe ji dil û can ji bo rizgariya hemû gelên Rojhilata Navîn têkoşîn meşandiye.

Denîz Firat di daxuyaniyê wekî “Dildar û dilsoza Rêber Apo” hat binavkirin û wiha hat gotin: “Heval Denîz weke jineke şoreşger li qadên herî zor û zehmet di dîroka Têkoşîna Azadiya Jinan de jî bi sekin û berxwedana xwe bû yek ji hevrêyên sembola fedakarî, ked û dilsoziyê. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaber a Şehîd Rustem (Mexmûr) kirin, bi pênûs û kameraya xwe bû dengê xelkê wargehê û gerîlayên azadiyê yên bi hawara gel ve hatibûn.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mîrateya Denîzan derfeteke mezin dide hemû kedkarên ragihandinê ku têkoşînek bi rûmet bimeşînin û hat gotin: “Em ê jî bi heman rengî bibin dengê berxwedana tevahî gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

(a)