‘Modela Rêveberiya Xweser pêdiviyeke nîştimanî ye’

Mihemed Beyrem diyar kir Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê pêdiviyeke nîştimanî ya lezgîn e, ji ber ku hevgirtina pêkhateyên ji fitneyan diparêze û bêyî paşguhkirin an jî dûrxistinê geşkirineke giştî pêk tîne.

‘Modela Rêveberiya Xweser pêdiviyeke nîştimanî ye’
8 tebax, 2025   03:45
TEBQA

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Beyrem der barê çareseriya şer û aloziya li Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Mihemed Beyrem diyar kir ku gelê Sûriyeyê dawî li desthilatdariya navendî ya despot a dehan salan anî, lê hîn jî ji bandorên vê desthilatdariyê dikişînin, ku beşên mezin ên nifûsê paşguh û welat xist nav şerên mezhebî û etnîk. Beyrem got: "Zihniyeteke navendî bi piştgiriyek aşkera ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwe ji nû ve ferz dike. Ev yek bala sûriyeyan kişandiye ser modela Rêveberiya Xweser wekî çareseriyek bingehîn ji bo krîzan û toreke ewlehiyê ber bi siberoje pêşkeftî ve ku tevahiya erdîngariya Sûriyeyê digire nav xwe."

Mihemed Beyrem destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser daxwazên gelê Sûriyeyê pêk tîne û êşa wan nîşan dide û ev li gotinên xwe zêde kir: "Modela Rêveberiya Xweser ji bo tevahî herêmên Sûriyeyê pêdiviyek e; bi rêya vê modelê dawî li zihniyeta navendî ya yekalî tê ku piştî hilweşîna rejîma Baasê bi awayekî cûda xwe xwe ji nû ve ferz dike. Piştî hilweşîna rejîma berê, em li benda pergalek demokratîk, piralî û laîk bûn, lê em ji vegera heman pergalê bi awayekî cûda an ku bi rengekî îslamî, şok bûn."

‘MODELA RÊVEBERIYA XWESER JI BO SÛRIYEYÊ PÊDIVIYEKE LEZGÎN E’

Beyrem îşaret pê kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salane ji bo rêvebirina kar û barên xwe sîstemeke rêveberiya xweser a bibandor ava kirine û ev sîstem di pêkanîna hêviyên şêniyan û nêrînên tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê de anîn gel hev. Her wiha got: "Ev model bûye pêdiviyeke nîştimanî ya lezgîn di demekê de ku hişmendiya yekalî xwe bi zorê li ser tevahiya sûriyeyan ferz dike."

Beyrem da zanîn ku Rêveberiya Xweser parastina pêkhateyên cihêreng ên civaka Sûriyeyê bi mezheb, etnîk û olên xwe, di çarçoveyek nenavendî, piralî û demokratîk de mîsoger dike, mafên hemûyan diparêze, her wiha erkên nîştimanî li ser hemûyan belav dike.

Beyrem destnîşan kir ku di siberoja Sûriyeyê de divê mafên tevahî pêkhateyan, bêyî cudabûn bên mîsogerkirin. Her wiha da zanîn ku komkujiyên ku hatine kirin, bi taybetî yên di van demên dawîn de îsbat kiriye ku hişmendiya yekalî jêdera şer e û nabe yekreng li ser Sûriyeyê were ferzkirin, lê belê pêdivî bi pergaleke demokratîk heye ku dawî li nakokiyên mezhebî û neteweyî bîne.

Beyrem diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hemberî fitneyên ku hin alî yan hin dewlet bi armanca jihevxistina tevna Sûriyeyê çêdikin, mertalek e û got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kirine ku ew yekitî û silametiya axa Sûriyeyê dixwazin û îdiayên derew ên  dibêjin Rêveberiya Xweser projeyek cudexwaziyê vala derxistin."

Beyrem da zanîn ku yekitiya ku tê xwestin divê rêzê li taybetmendiyên hemû reng û pêkhateyan bigire û jiyana wan di çarçoveyeke nîştimanî ya giştî de misoger bike da ku her kes di parastina welat ji çavnebariyên derve de ji hev re bibin destek.

Der barê dosyaya geşkirin û jinûve avakirinê de, Beyrem destnîşan kir: "Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berî demekê peymanên razemeniyê bi şirîketên siûdî re îmze kir, lê giraniya van projeyan ji bo paytextê û hin li navendên şaxî ne. Ev jî dûbarebûna siyaseta paşguhkirinê ya rejîma berê piştrast dike, lew ra pêdivî bi rêveberiyeke xweser heye ku edaletê pêk bîne."

Beyrem di dewama axaftina xwe de da zanîn ku jinûve avakirina Sûriyeyê tevkariya hemû şêniyên herêmê hewce dike û got, divê şênî herêmên xwe bi rêve bibin, xwe bispêrên çavkaniyên xwe, nabe herêmeke li ser hesabê herêmeke din were pêşxistin.

Mihemed Beyrem di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ser ziman: "Rêveberiya Xweser ji her kesî bi taybetî ji kesên ku me bi cudexwazî û parçebûnê tawanbar dikirin re îsbat kir ku em sûriyeyî welatparêz in, em yekitiya gel û axa Sûriyeyê dixwazin. Em dixwawzin bi hemû pêkhate û beşên wê re bi hev re bijîn."

(bb)

ANHA