ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-7-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-7-2024
8 tîrmeh, 2024   02:00

Xelkê Helebê yên ku Rêber Abdullah Ocalan dîtine diyar kir ku Rêbertî bi fedakariyên ji gelan re pêşkêş kirine îsbat kir ku kirin beriya gotinên wî ne.

Ji bûyerên ku di 6 mehên dawîn de rû dane, hewldanên vejandina çeteyên DAIŞ’ê xuya dibin. Pisporên rêxistinên tundraw destnîşan dikin ku dibe çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji bêxemiya civata navneteweyî û êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin û êrişên xeternak pêk bînin.

Komîteya Sotemeniyê li Hesekê heta niha nêzî 3 milyon litre mazota germkirinê belav kiriye. Nêzî 130 hezar malbatên bajêr sûd ji belavkirinê wergirtine.

Çalakvana siyasî Mereh El Bîqaî diyar kir ku êrişên nîjadperest ên li hember penaberên sûriyeyî yên li derveyî mirovahiyê ne. Her wiha got, divê sûriyeyeyî li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê helwesteke yekbûyî nîşan bidin.